Festîvala Filman a Sarajevo dest pê kir

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 14 Tebax 2021 - 03:24

Festîvala Filman a Sarajevo ya 27’an 13’ê mehê dest pê kir û heya 20’ê Tebaxê dê dewam bike. Festîvalê îsal “Xelata Rûmetê ya Dilê Sarajevo” da derhênerê Elman, Wim Wenders.

Festîvala Filman a Sajevo li “Şanoya Neteweyî ya Sarajevo” bi merasîmekê dest pê kir û filma derhêner Danis Tanovic “Rewşa Cîranî” wek filma destpêkê hat nîşandan.

Di bernameya festîvalê ya îsal de ji 60 welatan 250 film dê werin nîşandan.  Di festîvalê de bi navê "Dilê Sarajevo"yê xelatekê didin filma herî serketî ya metrajdirêj (16 hezaro Euro). Derhênerê herî serketî (10 hezar Euro), Kurtefilm, Belgefilm û lîstikvana/ê herî serektî jî (2500 Euro) werdigirin û xelatekê jî pê re.

Her wiha her sal “Xelata Taybet a Juriyê” , “Xelata Mafên Mirovan” û “Xelata CineLinkê” jî tê dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.