Festîvala Êzîdxanê dest pê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 19 Gulan 2022 - 21:09

  • Festîval wê 21’ê Gulanê li bajarê Celleyê yê Elmanya were lidarxistin.

Sîwana Meclisên Jinên Êzîdî (SMJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) û Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan (SMGÊ) bi daxuyaniyeke hevpar ji bo tevlêbûna 2'emîn Festîvala Çanda Êzdîxanê ya li bajarê Celleyê bang kirin. 

Festîval wê 21’ê Gulanê li bajarê Celleyê yê Elmanya were lidarxistin.

Amadekaran bi dirûşmeya “Bi xwedîderketina mîrasa Mam Zekî, Xweseriya Şengalê û çanda Ezîdxanê biparêze” got, “Festîvala Êzîdxanê ya Duyemîn, di pêvajoyeke girîng de tê lidarxistin. Dijminên welat, ax, bawerî, nasname û çanda me, rojane êrişî cih û warên me dikin, axa me bombe dikin, mirovên me dikujin û koçber dikin.

Şengal ji dîrokê heta roja me, yek ji cihên herî pîroz û stratejîk yê vê civak û baweriyê ye. Şengal, her dem bûye perestgeh û parêzgeha vê bawerî û civakê. Bi taybetî jî çanda Êzîdxanê, di Şengalê de hatiye parastin. Folklor, edebiyat, huner, stran, awaz û zimanê vê civakê, bi reseniya xwe li Şengalê hatiye parastin. Şengal, navenda qewl, dia û dirûzên baweriya Êzdayetiyê ye. Çavkaniya cih û ola pîroz Êzdayetî û prototîpa Kurdewariyê ye. 

Festîval wê bi bernameyeke dewlemend û li gorî rê û resmên Êzdayetiyê bi rê ve biçe. Wê qewl, beyt û dia bêne gotin, sembolên çand û dîroka Êzdiyan bên raberkirin û nîşandan. Beşdarbûna me ya festîvalê, wê xwedîderketina li ked, bawerî û armancên cangoriyên 74 fermanan be. Wê bibe peyamek, ji bo dost û dijminan jî. Divê em roja 21’ê Gulanê, nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku em şopdarê mîras û berxwedana Mam Zekî û şagirtên wî ne û em ê nasname û çanda Êzdayetiyê heta dawiyê biparêzin.”

ANF/CELLE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.