Festîval bi şova hesp û hêstiran bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Îlon 2022 - 22:00

  • Di roja dawîn a Festîvala Girê Spî ya Çand û Kultûrê de gelek berhemên gelêrî hatin nîşandan. 

Di roja dawîn a Festîvala Girê Spî ya Çand û Kultûrê de gelek berhemên gelêrî hatin nîşandan. Beşdarên festîvalê destnîşan kirin ku dewleta Tirk nikare nasname û koka wan a şax daye, tine bike.

Festîvala Girê Spî ya Çand û Kultûrê bi dirûşma “Çanda me biryardariya me ya berxwedanê zêde dike”, li dar ket. Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kantona Girê Spî festîval li nêzî kampa koçberên Girê Spî li gundê Til El Simin li dar xist.

Di roja dawî ya festîvalê de hespên kihêl û hêstir hunerê xwe nîşandan û şov kirin.

Her wiha jinan, amûrên kevnar mîna destar, çêkirina nanê sêlê, wêneyên jiyana rojane ya pêşiyan, rêbazên derxistina avê ji bîran, çêkirina tevnê jî nîşandan. Koma Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê û koma Moleya ya Navenda Çandê ya Reqayê stranên xwe gotin. Her wiha govenda koçeran û ji aliyê komên Reqa, Tebqa û Kobanê ve hatin nîşandan.

Der barê festîvalê de, koçberê ji kantona Girê Spî ku tev li festîvalê bûye Salih El Hecî got: “Ji bo ku çanda herêmê û reseniya gelê wê nîşan bidin em tev li festîvalê bûn.”

El Hecî wiha domand: “Em bi çanda xwe ve girêdayî ne. Ew beşek ji nasnameya me ya resen e. Ruxmî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ku bi rêya şerê taybet, Tirkkirina herêmê hewl dide nasname û çanda me biçewisîne lê em dev ji çanda xwe bernadin.”

Di dawiya festîvalê de, beşdaran xelekên govendê li ber stranên herêmê gerandin.

ANHA/GIRÊ SPÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.