Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bersiv da Erdogan ku propagandaya girtina Hepsa Hejmar 5 a Amedê dikir. Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan çendek berê ragihandibû ku Hepsa Amedê bi temamî hatiye valakirin û ew der wê bibe muzexane. Ev heps, bi taybetî piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980'î ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hate îlankirin, bû navenda êşkenceya li dijî Kurdan. Ji xeynî êşkence, lêdan û kiryarên dijî mirovî ye bû cihê berxwedanê jî.

Meral Daniş li ser vê meselê got: “Her devera Tirkiyeyê kirine girtîgeh. Kurd, dîsa li hemû girtîgehan li dijî êşkenceyê li ber xwe didin. Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyet e.” 

 Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Meclisê doh rojevên heyî nirxand. Beştaş, got ku AKP li gorî rojeva xwe teklîfên qanûnê tîne Meclisê û wiha peyivî:  “Ji duh (pêr) ve serdana Erdogan a Amedê di rojevê de ye. Beriya hatina wî jî peyam di rojevê de bûn. Di nîvê şevê de ji xwendekar û karmendan re peyam dihatin şandin ku tev li mitîngê bibin. Tevlibûn li wan hatibû ferzkirin. Ji her deverê gel li Amedê kom kiribûn. Lê hejmara Amediyan pir kêm bû. Mitîngên Erdogan ên Amedê êdî veguherîne êşkenceyeke derûnî. Di peyaman de tê gotin ku wêneyên xwe yên li mitîngê bikişînin û tevlibûna xwe îspat bikin. Bi rastî jî mirov fêm nake bê ka çima diçe Amedê. Heta duh li ser hejmara zarokên Kurd bi nîjadperestî nêz bûbû. Du roj piştre jî diçe li Amedê evîna xwe radigihîne. Li xwe mikûr hat ku dijminê Kurdan e. 

 

62 cenaze ji girtîgehan derketin

Heqaret li partiya me, hevserokê me yê giştî yê berê û yê nû kir. Ketine nava tirsekî wisa ku nizanin bê ka çi dikin. Mizgîniya girtina hepsa Amedê kir ku êşkenceyên herî hovane li wir hatine kirin, mirov lê hatine qetilkirin. Ji wezîrê dadê heta wezîrên din, tevek li wir bûn. Baş e lê bi rastî jî dema Hepsa Hejmar 5 a Amedê hat girtin, dawî li êşkenceya li Tirkiyeyê hat? Nexêr, li her devera Tirkiyeyê girtîgeh çêkirin û niha bi dehhezaran Kurd di wan girtîgehan de tên ragirtin. Kurd, niha jî li girtîgehan rastî êşkenceyê tên û li dijî van êşkenceyan li ber xwe didin. Êşkence, bi awayekî sîstematîk tê kirin. Di nava çendek mehan de 62 cenaze ji girtîgehan derketin. Amedî ji van gotinan êdî têr bûne û guh nadin van gotinên vala. Li Amedê bi xwe jî kampûseke girtîgehan a mezin heye. 

 

Heman zîhniyet e 

Girtîgeha ku 5-6 km’an dûrî Amedê û bi hezaran kes tê de tên ragirtin heye. Hêj niha jî ji ber ku Kurd nasnameya xwe diparêzin û daxwaza mafên xwe dikin, ji hêla vê desthilatdariyê ve tên girtin û zext lê tên kirin. Gelo ma bi girtina hepsa Amedê re ew zîhniyet jî bi dawî bû? Zîhniyeta ku li hepsa Amedê bi awayekî sîstematîk êşkence dikir, hêj niha jî didome. Zîhniyeta Hepsa Hejmar 5 a Amedê îro jî ji hêla desthilatdariya AKP-MHP’ê tê domandin. Di demekî ku ev hovîtî, ev êşkence hêj didome û cenaze ji girtîgehan derdikevin de gelo dê li wê muzeyê çi pêşkeş bikin? Dê wêneyê Esat Oktay pêşan bidin an yê kûçikê wî Coo? Heta navên wan jî hatine qedexekirin. Dema navê Kemal Pîr dibêjî, êrişî te dikin. Dixwazin sekna Mazlum Dogan a li hemberî cejna Newrozê nîqaş bikin. Dê di vê muzeyê de çi were pêşandan? Dê bi heqîqetê re rû bi rû bimînin? Dê ew rûpel bê girtin? Muze, tê wê wateyê ku ew tişt êdî neqewimin, bibin dîrok û sîstemeke wisa bê avakirin ku pêdivî bi berxwedaneke wisa neyê dîtin. Lê li holê tiştekî wisa nîne. Nabe ku li ser bêhafizekirinê hafizeyeke din bê avakirin. 

 

Yaw tu û evîn? 

Gelek heqaret kirin. Îcar qala evînê dike. Yaw tu û evîn? Heke te qala evîna îhaleyan bikira, dê mirov fêm bikira. Ji ber ku Demîrtaş Kurd e, muxalîf û di pirsgirêka Kurd de pêşniyara çareseriya demokratîk dike, didarizîne. Hêna jî li ser siyasetê dike. Ji Kurdan heta Tirk, Ereb, Ermen û hwd. ji her miletan kes hene. Em bi xwe nîqaşê nakin bê ka Erdogan Tirk e, yan Laz e yan jî ji kîjan nasnameyê ye. Bêguman li ser pirsgirêkên Amediyan neaxivîn. Careke din nîşan dan bê ka çiqas şibîne MHP’ê. Tifaqa Ked û Azadiyê bûye tirsa wan û ji bo heqaretê lê bike çû Amedê. Lê gel ev heqaret li cem xwe nivîsand. Dê bersiva wê jî di hilbijartina nêz de bie. Mijareke din jî mijara mamosteyên kurdî bû. Duh digot, me mamosteyên Kurdî tayîn kirine. Tenê 3 mamoste hatin tayînkirin. Gobbels dibêje, ‘dema derewan dikî, derewên mezin bike.’ bawerim ji wir hîn bûye.”  

MA/ENQERE