Fermandarekî nejibîr
În 7 Cotmeh 2022 - 04:48
- Fermandar Koçero di sala 2001’an de beşdarî gerîla bû. Ji Zagrosan heya Dêrsimê li gelek qadên Kurdistanê şer kir û herî dawî di dema şerê Kobanê yê 2014’an de berê xwe daye Kobanê û rizgarkirina Kobanê de rolekî mezin lîst.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker li Kobanê bi droneke bombebarkirî êrîşek kir û di vê êrîşê de Koçero Batman (Hasan Demîrtaş) şehîd bûye. Her wiha Koçero Batman yek ji wan gerîlayan bû ku strana 'Yan Mirin Yan Diyarbekir’ digot û dengê wî li Kurdistanê belav bûbû.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî fermandar Koçero Batman ê ku çend roj berê di êrîşa hewayî de şehîd bûbû, bi bîr anî. Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wisa ye:“Di rojên dawî de li bajarê Kobanî di encama êrîşa balafirên bê mirov ya artêşa Tirk a dagirker de, hevalê me fermandar Koçero Batman tevlî karwanên şehîdan bû.
Rêhevalê me Koçero di sala 1983’an de, li bakurê Kurdistanê bajarê Êlihê dinav malbateke welatparêz de hate dinyayê. Bajarê Êlihê ji ber welatparêziya xwe her tim di hedefa dijmin de bû. Dijmin li hember gelê me yê Êlihê bi her cureyên şer êrîş kir. Her êrîşeke dijmin dibû sedema berxwedaniyeke hîn mezintir. Ji bo vê, her çiqas dijmin pir mezin êrîş bike jî, gelê me ti carî li hember van êrîşan serî netewand. Ji ber vê taybetmediya xwe, bajarê Êlihê di têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de her tim bû xwedî cihekî taybet. Her ku têkoşîna gelê Kurd mezin dibû, ji Êlihê jî gelek mirovên welatparêz di vê tekoşînê de cihê xwe digirtin. Gelek ji van di têkoşîna azadiyê de bi awayek fedaiyane pêşengtî kirin.
Rêhevalê me Koçero jî, di cihekî wisa de mezin bû, di zaroktiya xwe de rastiya dijmin nas kir û bi vî awayî kesayetek welatparêz û ruhek azad di şexsê xwe de ava kir. Li hember dijmin her tim hêrsek mezin jiya û ji bo tolhildana gelê xwe di temenekî ciwan de dest bi xebatên şoreşgertiyê kir.’’
18 salî beşdarî gerîla bû
Heval Koçero, di dema ciwantiya xwe de, di sala 2001’an de tevlî refên Tevgera Azadiyê bû. Ji Zagrosan heta çiyayên Dêrsimê di gelek qadan de gerîlatî kir. Di sala 2014’an de dema êrîşên DAIŞ’ê li ser bajarê Kobanî dest pê kir, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û tevlî berxwedana Kobanî bû. Bi tecrûbeyên xwe yên gerîlatiyê ve, wekî pêşeng û fermandar tevlî vê berxwedana bêhempa bû. Li hember êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê rêhevalê me Koçero ti carî gav paş de neavêt û di şikandina DAIŞ’ê de rolek mezin leyîst. Di gelek pêngavan de bi awayek çalak û pêşeng cîh girt. Di serkeftina berxwedana Kobanî de bû xwedî kedek mezin. Piştî berxwedana Kobanî, di pêngavên Reqa, Minbic, Eyn Îsa û Tabqa de wekî fermandarek wêrek cih girt û heta serkeftinê şer kir. Di van berxwedanî û pêngavan de gelek caran birîndar bû. Her birîndariya xwe kir sedema tevlîbûnek hîn xurtir û serkeftinên nû.
Her tim bû mînak
Rêhevalê me Koçero di her qada ku lê ma û xebat meşand, bi tevlîbûneke cewherî û bi hevaltiyeke xurt, ji bo rêhevalên xwe her tim bû mînak. Di nava şert û mercên herî zor û zehmet de bi coş û kelecaneke mezin xebat da meşandin û erkên ku diketin ser milên wî bi awayekî serkeftî bi cih anî. Di şervantî û fermandartiya xwe de her tim mînak bû. Em wekî rêhevalên wî, di şexsê rêheval Koçero de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û soza serkeftinê ya ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe dubare dikin.
Em wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji malbata hêja ya şehîdê xwe û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
NAVENDA NÛÇEYAN