Fermandara berxwedana destanî
Sêşem 4 Adar 2025 - 03:40
- Fermandara berxwedana Kobanê Zehra Penaber di kêliya azadbûna Kobanê de hestên xwe bi gotinên “Me hesreta dîtina vê rojê dijiya, lê xwezî hevalên me yên şehîd jî ev roj dîtibana” anîbû ziman.
Ji fermandarên berxwedana destanî ya Kobanê ku di cîhanê de wek keleha berxwedanê hatiye nasîn Zehra Penaber ji Cudiyê tevlî hevalên xwe ket ser rêya parastina Kobanê, xwe li sînoran qelibandin û gihîştin ber bendên berxwedanê.
Gundê xwe li dû xwe hiştin
Zehra Kara bi nasnav Zehra Penaber di sala 1984’an de li gundê Hîlal ê Qilabana Şirnexê di nava malbatek welatperwer de hatiye dinê. Hê Zehra 10 salî bû, şevek nîvê şevê dayika wê Zeyneb çend dest cilên wan di ser hev de lê kirin û ew ji bo rêwîtiyek domdar amade dikir. Zarokek 10 salî rewşa heyî çawa bizane, hemû li ber çavê wê weke çîrokan bû. Mîna ku wê biçin cîhekî û êvarê cardin vegerin mala xwe bi mereq ji dayika Zeyneb dipirsî wê kengê bi rê bikevin. Bi berbanga sibehê re ketin rê û gundê xwe li dû xwe hiştin û carekdin lê venegeriyan.
Zehra biryara xwe ya tevlîbûnê dide
Dawiyê ew li diyarê Mexmûrê sekinîn, hê ku bicîh nebûn, komploya navdewletî destpê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîl girtina Rêberê gelan dewam kir. Welatiyên wargehê yên ku ji berê de mal û milkên xwe li pey xwe hiştine û heta gihîştine Mexmûrê heft war guhertine. Zehra biryara xwe ya tevlîbûnê dide.
Xeyala gerîlatiya Cûdiyê
Zehra destpêka sala 1999’an meha Sibatê, ji bo tolhildanê berê xwe da nava refên pekrewanên welatê xwe. Ji wargeha penaberan a Mexmûrê berê xwe da nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê. Li çiyayên Kurdistanê jî xwe ji bo gerîlatiya Botanê amade dikir û her kêliya jiyana xwe ji bo gîhandina xeyalên xwe bi bername dikir. Ew derbasî Cûdî dibe û bi salan li qada Cûdiyê gerîlatiyê dike. Di wê qadê de dibe fermandara gerîlayan û hemû lêhurbûna xwe dide ser xebata çalakiyan. Zehra yek ji fermandarên herêma Cûdî bû dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi hemû reşbîniya xwe êrîşî bajarê Kobanê kirin, ew jî bi grubên gerîlayan re ji bo parastina Kobanê xwe li sînoran dixe û heta dighê qada berxwedanê gelek caran ji mirinê xelas dibe. Di 23’yê Cotmeha 2014’an de ji navsera Cûdî berê xwe da nava dilê berxwedana Kobanê û di kêliyên herî zor de fermandarî ji yekîneyên berxwedanê re kir.
23’yê Cotmehê rojek watedar e, şeva 23’yê Cotmeha 1998’an du şoreşgerên dilwêrek Rotînda û Kurdê ji bo şermezarkirina komployê di çerçoveya dirûşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de li Girtîgeha Mîdyadê canê xwe dan ber agir û gihîştin bêmiriniyê. Heman rojê şoreşgera enternasyonal Andra Wolf bi nasnav Ronahî Elman di operasonek a dewleta tirk de tevî 44 hevalên xwe li Şaxa Wanê hatin şehîdxistin.
Xwezî hevalên şehîd jî ev roj dîtibana
Di 26’ê Çileya 2015’an de dema ku Kobanê azad bû, kameravan destpêkê merceka kamereya xwe dide ser fermandara kêliyên zor ên berxwedanê Zehra û hestên wê dipirse. Di wan kêliyên ku her kesê li qadan pîrozbahiya azadiya Kobanê dikirin de, hestên fermandar Zehra yên kêfxweşiyê di kenê li ser rûyê wê de diyar bû. Di nava kolanên xirabe yên bajarê Kobanê de sekiniye û li merceka kamerayê dinhêre. Dema ku kameravan wan kêliyên dîrokî ji arşîva dîrokê re tomar dikir Zehra digot: “Me hesreta dîtina vê rojê dijiya, lê xwezî hevalên me yên şehîd jî ev roj dîtibana. Berî du rojan hinek hevalên me yên li benda dîtina vê rojê bûn, şehîd ketin. Em jî soza bi cîhanîna bendewariyên wan didin.”
Li heman pakrewangehê hatibûn oxirkirin
Fermandar Zehra di 3’yê Sibata 2015’an de li gundê Êdiqê yê dikeve başûrê Kobanê, tevlî karwanê bêmiriniyê bû û di dilê hemû şevranên xwe de ebedî bicîh bû. Li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê jî di nava hevalên xwe de ye. Goristana ku piraniya hevalên ji Cûdî bi hev re hatibûn bi hev re li heman pakrewangehê hatibûn oxirkirin.
NÛJINHA