Felaketa sedsalê AKP-MHP ye

Çarşem 1 Adar 2023 - 00:21

  • Besê Hozat got, sûcên faşîzma AKP-MHP´ê gelekî mezin in, ew sedema felaketê ne, gel wê hesab bi xurtî ji wan bipirse. Wê got, “Ev ê ji wan re nemîne.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat nerazîbûn nîşanî gotina 'felaketa sedsalê' ya desthilatdariya li Tirkiyeyê da û got, “Heger wê qala felaketa sedsalê bê kirin, hingî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê felaketa sedsalê ye.”

Besê Hozat beşdarî 'Bernameya Taybet' a kanala televîzyonê ya Medya Haberê bû û erdheja li Bakurê Kurdistanê û siyaseta desthilatdariyê nirxand. Wê got, “Çapemeniya desthilatedariyê vê yekê weke felaketa sedsalê nîşan dide. Gelo ya ku bû sedema felaketa sedsalê ev erdhej e, yan jî ev mejî û desthilatdarî ye ku bû sedema vê erdhejê? Em bi eşkere bibêjin: Heger wê qala felaketeke sedsalê bê kirin, hingî felaketa sedsalê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, rejîma faşîst e.”

 

Mirovan nezan dibînin

Hozat bal bire ser gotinên Tayyîp Erdogan 'Ev qederek e, divê mirov weke planeke qederê bibîne, binirxîne' û got, “Mirovan weke civateke nezanan dibînin, dibêje 'ez çi bibêjim wê bawer bikin, bi rehetî dikarim bixapînim'. Dibêjin, 'Eger em felaketên bi vî rengî yên mezin ku ji ber polîtîkayên rêveberî û desthilatdariyê rû didin weke planeke qederê ya Xwedê nîşan bidin, her kes wê jê bawer bikin; ji ber ku ev mirov cahil in. Mirovan nezan û mîna kerî dibînin. Lê belê ev dem êdî bi dawî bûye. Bi rastî jî êdî gel û civak plana qederê ya Erdogan çêdike.”

 

Cografya pêşkêşî rantxwiran kirin

Besê Hozat bi bîr xist ku her roj bi tonan bombe li çiyayên Kurdistanê têne barandin û wiha dewam kir: “Di vê dema erdhejê de jî bênavber bi deh hezaran bombe barandin. Bac diçe ji van re, diçe ji rantxwiran re, diçe ji alîgirên desthilatdariyê re. Li dora qesrê beşek elît ava bû, bûrjûvayek ava bû û baca gel her roj wan dewlemend dike. Cografyaya Tirkiye û Kurdistanê pêşkêşî rantê kirine. Her roj ji muteahîtên xwe re îhaleyan pêşkêş dikin. Bi dehan avahiyan li her derê ava dikin. Bi beton û xîz a riziyayî çêdikin. Ew avahî hemû ji mirovan, ji gel û civakê re, dibin goristan. Ev qirkirina civakê ye.”

 

Bi Bahçelî û Akar gefê li gel dixwe

Besê Hozat da zanîn ku ev ev desthilat bi ti awayî rexneyê li xwe nagire, û got, “Şerm li gel wan nîne. Heger exlaq pê re hebe, wijdan hebe, hest hebe hingî mirov li ber xwe dikeve. Dema ku sûcekî dike, şaşîtiyekê dike, rûyê xwe sor dibe, şerm dike û rexneyan li xwe digire. Li gel van ev yek nîne. Binihêrin Erdogan bi ku ve biçe ji xwe Bahçelî li gel wî ye, Akar li gel wî ye. Hem bi Bahçelî hem jî bi Akar gefê li civaka Tirkiyeyê dixwe, gefê li muxalefetê dixwe, gefê li hêzên demokrasiyê dixwe, gefê li Kurdan dixwe. 

Lewma sûcên wan gelekî mezin e. Sedema vê felaketê ne. Gel wê hesab bi xurtî bipirse. Ev ê ji wan re nemîne.”

 

Divê gelê me axa xwe neterikîne

Besê Hozat bal bire ser siyaseta qirkirina Kurdan û Elewiyan a bi erdhejê re jî dewam dike û wiha peyivî: “Bi piştgirî û hevgirtina gelê me heta niha li hundir û derveyî welat alîkarî û piştgirîyeke mezin derketiye holê. Em dikarin bajarên xwe ji nû ve ava bikin. Bi hevgirtin, bi ruhekî hevpar û piştgiriya aborî, em dikarin van deran ji nû ve bikin warê jiyanê. Ez bi xwe bang li gelê me dikim. Pîlana vê dewlet, rejîm û hikumeta faşîst, mêtinger û qirker heye ku li van herêman Kurd û Elewî nemînin. Ev pîlana qirkirinê ye. Ev jî parçeyekî ji pîlana qirkirinê ye. Divê ti carî ev neyê qebûlkirin. Ji bo vê yekê pûç bikin, divê axa xwe neterikînin, di heman demê de erd, cih, milkê xwe nefiroşin dewletê. 

 

Civak xwe li felaketa qesrê ranagire

Têkoşîn wê hîn bi xurtî dewam bike. Ji dil baweriya xwe bi vê yekê tînim. Civak êdî nikare xwe li vê felaketê rabigire. Nikare felaketa qesrê qebûl bike. Nikare xwe li vê zilm û zextê ragire. Û Tirkiye wê bikeve nava pêvajoyeke nû. Bêguman ya girîng çawaniya vê pêvajoyê ye. Bi restorasyonê Tirkiye demokratîk nabe. Komareke demokratîk bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ava dibe. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî avakirina komara demokratîk e ku xwe dispêre xwerêveberiyê. Di vê pêvajoya erdhejê de fikra li dijî Kurdan, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, li dijî siyaseta demokratîk, têgihiştina nerênî ya ku vê desthilatdariyê afirandiye, têgihiştinên nijadperestî, olperestî, şerê taybet di asteke girîng de ji holê rabûne. Lewma zemînekî girîng, zemînekî têkoşîna demokratîk afiriye, bingehê rêxistiniya demokratîk ava bûye. Ev yek wê bi xwe re Tirkiyeyê bigihîne paşerojeke demokratîk, azad û wekhev.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.