FDP'ê dixwaze Kurdî jî ji bo ehliyetê hebe 

Nûçeyên Dîaspora

În 16 Nîsan 2021 - 06:08

Ji sala 2016'an ve hejmara penaberên Kurd li Elmanyayê 100 hezar li yên berê zêde bû. Gelek penaber ji ber ku têra xwe bi Elmanî nizanin nikarin destûranameya xwe ya ajotinê wergirin. Ji ber wê jî yan nikarin karê ku ji wan tê bikin, yan jî nikarin bê erebe biçin cihê kar. Partiya Lîberal a Elman FDP'ê dixwaze ji bo van penaberan derfet hebe da ku bi Farisî, Darî û Kurdî jî mirov karibin bikevin îmtîhanên ji bo destûra ajotinê.

Berdevkê siyaseta civakî ya FDP'ê Pascal Kober ji Hikûmeta Federal a Elman pirsî bû, ka gelo çi derfetên mirovan hene bikevin îmtîhana ji bo destûra ajotinê, heger têra xwe bi Elmanî nizanibin. Hikûmetê gotiye, bi 12 zimanan ev îmtîhan hene. Lê di nava van zimanan de  Kurdî û Farisî nînin. Ji sala 2016'an ve herî kêm 100 hezar mirovên zimanê wan ê dayikê Kurdî ye li Elmanyayê bûne penaber, weke qederê 200 hezar mirovên bi Farisî yan jî Darî dipeyivin.

Pascal Kober dixwaze bi van zimanan jî îmtîhanên ji bo destûra ajotinê mumkin be, ji ber ku gelek penaber ji ber ku destûra wan a ajotinê nîne, nikarin kar bikin.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.