Fatah namzetê xelata herî mezin e

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 24 Tebax 2023 - 04:21

Gelo xelata herî mezin a wêjeyê ya Elmanyayê kî îsal wê wergire? Bersiva pirsê zehmet be jî, em dizanin ku êdî îhtîmal e ku Sherko Fatah (Şêrko Fetah) jî ji bo kitêba xwe “Der große Wunsch” (Daxwaza mezin) xelata Deutscher Buchpreis wergire.

Di nava namzetên xelatê yên îsal de jin bêhtir in ji mêran: Charlotte Gneuss, Angelika Klussendorf, Raphaela Edelbauer, Elena Fischer, Terezia Mora, Anne Rabe, Angelika Overath, Teresa Praauer, Kathrin Rogglla, Sylvie Schenk û Ulrike Sterblich. 

Di nava namzetan de romana Sherko Fatah a bi navê “Der große Wunsch” (Daxwaza mezin) jî heye. Sherko Fatah sala 1964´an li Berlîna Rojhilat hatiye dinê. Dayika wî Elman, bavê wî kurdekî ji Başûr e. Ew pêşî li Berlînê mezin bû, lê sala 1975´an tevî malbata xwe di ser Viyanayê re çû Berlîna Rojava.

Wî li wir fîlozofî û dîroka çandê xwend. Wî berê xwe da vegotina wêjeyî û ji bo berhemên xwe yên vegotina wêjeyî jî heta niha wî gelek xelat girtine. Yek ji van xelatan ên vê dawiyê, Xelata Mezin a Huner a Berlînê ya Akademiya Huneran û Xelata Adelbert-von-Chamisso ya sala 2015´an jî hene.

Ev ne cara yekê ye ku romaneke wî dikeve lîsteya namzetên Deutscher Buchpreis, lewma sala 2008´an jî romana wî “Das dunkle Schiff” (Keştiya tarî) ketibû lîsteya dirêj û paşê lîsteya kurtkirî ya ji bo vê xelatê diyarkirî.

 

Daxwaza mezin

Herçî naveroka vê romana namzetê xelatê ye, çîrokek ne xerîb e: Keça Murad ê li Elmanyayê Naîma, berê xwe dide Sûriyê û tevlî nava refên çeteya DAIŞ´ê dibe, yanî esas dixwaze bi endamekî vê çeteyê re bizewice; wê ev endamê çeteyê yê di ser înternetê re nas kiriye.

Murad xwe sûcdar hîs dike. Ji xwe re dibêje, xwezî wî ji Naîmayê re bêhtir behsa welatê xwe bikira, xwezî wî bêhtir bala xwe bidana hisên wê yên xerîb û silbûnê yên li Elmanyayê. Ji xwe re dibêje, belkî hingê ew li welatê ku bi temamî xerîbê wî ye, venegeriyaya.

Ji bo Murad êdî tenê rêyek heye: Lazim e ew Naîmayê bibîne. Û ji bo wê ew têkiliyê bi qaçaxçiyan re datîne, diçe Bakurê Kurdistanê, ser sînorê di navbera Bakur û Rojava de. Ew hingê di heman demê de rûbirûyî rabihuriya xwe jî dibe. Gava ku qaçaxçî, rojaneyeke dengê qeydkirî ya jineke li Reqayê bi Murad didin guhdarîkirin, Murad biryarê dide ku biçe herêmên DAIŞ´ê dagir kirine. Lewma bi îhtîmaleke mezin xwediyê dengî Naîma ye.

FRANKFURT

Wêne: Hpschaefer reserv-art.de, Lîsansa CC BY-SA 4.0

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.