Dewleta Tirk a înkarker û qirker îro li Şirnex, Wan, Amed, Batman, Sêrt, Îzmîr û Enqerê êriş kir, bi ser malan de girt û bi dehan kes kirin nezaretxaneyê. 

Di van êrişan de welatî, kesayet, siyasetvan, sazî û rêxistinên civaka sivîl bûn hedef.

Li navçeya Hezex a Şirnexê polîsan bi ser mala rêveberê HDP'ê yê berê Husnu Babat de girtin û xistin nezaretê.

Polîsan şeva din bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Wanê de girtin. Dest danîn ser hardîsk û hin pirtûkan. Polîsan li ser depê li odeyê jî nîşeya "Selamun eleykum, û em hatin" nivîsandin. 

Îro jî serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de Denîz Adar Eldemîr, Dilaver Eldemîr, Ferhat Azan û Arjîn Tuncer hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Ferhat Eldemîr jî li Xarpêtê hat binçavkirin. 

Li navenda Amedê jî polîsan îro destê sibê bi ser hin malan de girt. Di serdegirtinên malan de endamê Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxê Amedê Azîz Yagmûr û kesê bi navê Mehmet Yalçin hatin binçavkirin. 

Polîsan deriyê mala Azîz Yagmûr şikandin û ketin hundir. Polîsan 4 kesên li malê bi devrû dirêjkirin û sîleh xistin serê wan. Polîsan bi qûndaxa sîlehê li Umît Akbiyik dan. Her wiha polêsan pê li pişta Çeko Mîmkara û birayên Azîz Yagmûr, Mehmet û Fûrkan Yagmûr kirin û li wan dan. Polîsan heqaret û tehdît kirin. Hemû kelûpelên malê serûbin kirin û dest danîn ser telefon û pirtûkan. 

Li Sêrtê jî polîsan bi ser mala Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Cemîle Altan de girtin û li malê lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê Cemîle Altan binçav kirin.

Li Êlihê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û 16 kes xistin nezaretê.

Li Îzmîrê jî polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de kelûpel hatin belavkirin û dest danîn ser materyalên dîjîtal, telefon û computeran. 

Di serdegirtinan de Zerga Ozturk, Fadîme Kocakaya, Zûhal Çelebî, Hediye Tekîn û Mutaber Akgul bi îdiaya "endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê" hatin binçavkirin.

Li Enqereyê di serdegirtina malan de Endama Meclîsa HDP'ê ya berê Erol Çîftçî, endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Tûnahan Gozlugol, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Newroz Gulen, Mesût Çîftçî, Ezgî Orak û Mahmût Altan ê 73 salî yê ku nexweş e hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN