- Nûner û piştgirên bereyê li kolana Emnesureke ya li Silêmaniyê, bi boneya salvegera 10´an Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Bereya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, bang li civaka navneteweyî kir da ku firrîna balafiran a li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê were qedexekirin û rê neyê dayîn ku dagirkeiryeke din a weke ya Efrînê dubare bibe.
Bere ji komek, partî û rêxistinên Başûrê Kurdistan pêk tê. Nûner û piştgirên bereyê li kolana Emnesureke ya li Silêmaniyê, bi boneya salvegera 10´an Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Endamê bereyê Bextiyar Mistefa daxuyanî da û got, “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di nava çend salan de, gelek qonax li pey xwe hiştin, dîrokek ji bo parastina tevahiya mirovahiyê, rizgarkirina hezaran mirovî ji destê çeteyên DAIŞ’ê nivîsî.
Em piştgiriyê didin banga 33 partiyên Roajvayê Kurdistanê ya ji bo girtina asîmanê Rojavayê Kurdistanê li firrîna balefiran. Dewleta Tirk bi alîkariya komên terorîst, bikaranîna çekên qedexekirî êrişî bajar û gundan dike û wan dagir dike. Ev jîhiqûqa navneteweyî binpê dike.
Pêwîst e Emerîka, Rûsya, Neteweyên Yekbûyî, Hevpeymana Navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê, NATO, Yekîtiya Ewrûpa, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, Komkara Ereb, hêz û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, Hikumeta Herêmê, Rêxistinên Navneteweyî, kesayetên demokratîsîxwaz ên cîhanê, vê rastiyê baş bizanin û bi her awayî rê li êrişê bigirin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ