Qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û Firat Tûma di 20’ê Hezîranê de li Qamişloyê bi êrişa hewayî ya dewleta Tirk, li paytexta Swêdê Stockholmê bi mîtîngeke girseyî hate protestokirin. Bi heman armancê çalakî li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê, û li Şengalê jî hebûn.

Mîtînga li Stockholmê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amarayê li meydana Sergels Torgetê hate lidarxistin. Di mîtîngê de alên YPG, YPJ û pankarta li ser nivîsandî “Destên xwe yên bi xwîn ji ser Kurdan rakin” hate hilgirtin.

Qisekeran got, Erdogan û çeteyên wî li dijî Kurdan sûcê şer dikin: “Dewleta Tirk jî weke DAIŞ’ê jinan dike hedef. Divê saziyên mirovî, bi taybetî hêzên koalîsyona navneteweyî, qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li balafiran bigirin.”

Em êrişan qebûl nakin

Komek Kurdistanî, li dijî êriş û qirkeriya dewleta Tirk a dagirker li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê derket meydanan û êrişên dagirkeriyê protesto kirin.

Kurd li meydana şaredariya Kopenhagê hatin ba hev, û wan got: “Em Kurdên li Danîmarkayê dibêjin, em vê êrişa faşîst qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Banga me li civak û hikûmeta Danîmarkayê ew e ku di vî warî de hestyar bin.”

Em bi Rojava re ne

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, doh êvarê Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) daxuyanî dan.

Daxuyanî li baxçeyê Rêber Apo a li geliyê Kersê hate dayîn. Bi dehan endamên Rêveberiya Xweser, sazî û dezgehên civaka Êzîdî amade bûn. 

Hevserokê Meclisa Xweseriya Şengalê Nayîf Şemo daxuyanî xwend û got, “Em van êrişên bê bext ên li dijî gelê me yê Rojava û pêşengên gelê me şermezar dikin. Hedefa van êrişan ew e ku rê li ber dadgehkirina DAIŞ’ê bigirin. Em bi dil û can bi berxwedana gelê xwe yê Rojava re ne. Her dema gelê me yê Rojava pêwîstiya wê bi me hebe, bi hemû derfetên xwe em amade ne bi wan re li dijî dagirkeriyê bisekinin û li ber xwe bidin.”

Armanc qirkirin e

Endama Kordinasyona TAJÊ, Riham Hico jî got, “Ev êrişên li dijî Şengalê û Rojava, yên ku pêşengên gel dikin hedef, bi armanca qikirina gelê Kurd û Êzîdî ye. Em dibînin her ku diçe êriş li dijî Rojava zêde dibin. Her kes dizane ji bo rê li ber dadgehkirina çeteyan bigirin, van êrişan dikin. Ji ber ku heger ev çete bên dadgehkirin, rastiya dewleta Tirk a bi wan re wê derkeve holê.

Weke jinên Êzîdî ji her kesî zêdetir me zehmetî ji destê çeteyan dîtiye û li ser vî esasî em destekê didin biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em dibêjin, destê kê li xwîna civaka me de hebe, lazim e were dadgehkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN