Êzîdiyan dest bi çalakiyê kir

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 15 Cotmeh 2020 - 16:11

Nerazîbûna civaka Êzîdî ya li dijî peymana navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ku li dijî Şengalê pêk anîn, dewam dike.

Gelek saziyên Êzîdiyan ên li Elmanyayê diyar kirin ku ew peymanê qebûl nakin û ji bo vê helwesta xwe ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin li meydana Brandenbûrger Tor a li nêzî Meclîsa Federal a Elmanyayê ya li paytext Berlînê dest bi çalakiya nobedê dikin.

Nobedê îro danê nîvro bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Saziyên ku pêşengiyê ji nobedê re dikin wiha ne: "Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdiyan li Elmanyayê, Federasyona Meclîsa Jinên Êzîdî, Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê, Yekîtiya Ciwanên Êzîdî, Navenda Çanda Êzîdxanê, Koordînasyona Meclîsa Gundên Êzîdiyan ên Bakurê Kurdistanê.

Hevseroka Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK) Çîçek Yildiz bi navê saziyên Êzidî daxuyanî da. Çîçek Yildiz got:''Peymana navbera hikumetên Hewlêr û Bexdayê li ser Şengalê hatiye kirin em qebûl nakin. Ev peymana ku ti aliyê xwe yê hiqûqî nîne û mafên mirovan binpê dike, xizmetê ji civaka Êzidî re nake. Ji bo ev peyman bi cih neyê anîn em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin."

Çalakî wê heta 23'ê Cotmehê her roj saet di navbera 10:00 û 15:00 de pêk were.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.