• Li dijî peymana rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê, Êzîdiyên li Ewrûpayê ji 9'ê Cotmehê ve li ser piyan in. Li gel çalakiyan her wiha bi dîplomasiyeke xurt mijar xistine rojeva Yekîtiya Ewrûpayê û welatên endam.

Koordînasyona Civaka Êzîdî ya li Ewrûpayê, peymana 9'ê Cotmehê ya navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê weke xiyanetê dihesibîne, lewma ji roja ragihandina peymanê û vir ve meş û mîtîngan li dar dixe.
Yek ji wan çalakiyan jî konê agahdarkirinê yê li paytexta Elmanyayê Berlînê ye ku ji 15'ê Cotmehê ve dewam dike.
Li gel çalakiyan her wiha karên dîplomatîk jî dimeşîne. Di vê çarçoveyê de dosya amade kir û pêşkêşî nûnertiya gelek welatan kir.
Êzîdiyan dosyaya li ser mijarê bi taybetî radestî Wezîrên Karên Derve yên welatên Yekîtiya Ewrûpayê, partiyên siyasî yên li Hikumeta Federal a Elmanyayê, nûnertiyên Neteweyên Yekbûyî, DYE, Rûsyayê kirin û li gel nerazîbûna xwe ya li dijî lihevkirinê her wiha daxwazên xwe anîn ziman.
Koordînasyonê ragihand ku Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê di bersiva xwe de diyar kiriye ku wê rewşa Şengalê bi 22 endamên Komîsyona Karê Derve re parve bike.
Êzîdiyên li Ewrûpayê wê bi heman armancê 22'ê Cotmehê ango îro li bajarê Berlîn, Kleve, Strasboûrg, Hannover û Berlînê çalakiyan li dar bixin.

BERLÎN