Ez li pişt Rojava û keça xwe me

Şemî 25 Çile 2025 - 03:30

  • Di êrişa li ser Bendava Tişrînê de, jina enternasyonalîst Lea Bunse birîndar bibû. Bavê Lea Volker Bunse ji rojnameya me re axivî û got: Keça min li cihekî rast e û cihê ku pêwîst e lê be ye.

GOZDE GULER

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji 8’ê Çileyê ve êrişê xelkê ku ji bo parastina bendava Tişrînê li berxwe didin dikin. Di van êrişan de heta niha bi dehan welatî şehîd û birîndar bûn. Di nava van birîndaran de kesên enternasyonalîst ku ji bo piştgiriya xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine jî hene. Yek ji wan jî Lea Bunse ye. Di dema birîndarbûna xwe de Lea peyamek belav kir û vê peyama wê deng veda. 

Nûçegihana rojnameya me Gozde Guler li gel bavê Lea Volker Bunse hevpeyvînek kir. Di destpêka hevpeyvînê de li ser rewşa dawî ya Leayê Volker Bunse wiha got:’’Ew vê gavê baş e. Ji ber telefona xwe nebû, me nekarî demeke dirêj biaxivin. Lê rewşa tenduristiya wê baş e. Bi rastî jî li hemberî tiştên ku mirovên li wir jiyan dikin, şikestineke biçûk a lingê keça min, tiştekî mezin nîne. Em weke malbat ji bo hertiştî amade ne.  

Piştî meşa mezin biryara xwe da

Volker Bunse derbarê biryara çûyîna keça xwe ya Rojava jî wiha axivî:’’Lea hîn ji biçûktî sîstema neheq a cîhanê hertim qebûl nedikir. Li Elmanya atîvîstiya avhewayê dikir. Lea hertim keseke serhildêr bû. Li hemberî sîstema dewletê û tinekirina xwezayê têdikoşiya. Ji ber vê sîstema xerab a cîhanê, pir bi hêrs bû. Beriya 3 salan weke ku ji nûve ji dayîk bûye, hate malê û min jê sedema vê kelecana wê pirskir. Wê jî got ew tevlî meşa dirêj bûye. Ji xwe piştî vê meşa dirêj bi demeke kurt, çû Rojava. Ez bawerim di vê demê de paradîgmaya wê êdî zelal bû û berê xwe eşkere kir. Ez û hevjîna xwe bi salan e têkoşîna siyasî didin. Mînak em rojên şemiyan ji bo Rojava weke komeleya aştiyê kom dibin. Di malbata me de herkes têkoşîna siyasî dike. Lê heryek ji me bi rêbazên cuda. Lea wê demê dema ku behsa hêzên dewletan a dagirkeriyê ya li ser gelan behs dikir, min fêm kiribû ku ji Ocalan bandor bûye. Beriya 2 salan ez û hevjîna xwe weke delegasyonekê çûn Rojava û min li wir baştir fam kir ku Lea ji bo çi li wir e. Lea li cihekî rast û li cihê ku pêwîst e li wir be, li wir e. 

Sîstema li wir rast û rêzdar e

Volker derbarê sedema têkoşîna wan a ji bo Rojava jî ev nirxandin kirin:’’Sedema esasî rastbûna sîstema li wir e. Civak û rêveberiyeke li ser esasê rêzdarî û demokrasiya rasteqîn hatiye avakirin heye. Mînak dema em çalakiyekê dikin, mirov ji min pirs dikin gelo tu Kurd î an ji Sûriyeyê yî? Lê ez jî, hevjîna min jî û keça min jî, me rêveberiya wir qebûl kir û li pişt wê ne. Têkoşîna Kurd ji aliyê takekesî ve jî ez pêşxistim û gelek tişt fêr kir. Dema ez li Rojava bûm, min ev yek bi şênberî hîs kir. Mirov li wir bi wekhevî bi hev re diaxivin. Kesek ji kesekê/î jor de nîne. Yên ku di rêveberiya jor de ne û ne di rêveberiyê de ne, hemû weke hev in. Danûstandin û rexne di çarçoveya rêzdariyê de pêk tê. Mînak dema ez li wir bûm, ji min pirs kirin bê ka ez çi rexne dikim. Min jî gotibû hûn evqas sal in li vir têdikoşin. Ezê çawa ji Elmanya bêm vir û we rexne bikim. Lê hevalên li wir gotin ev ne sedemek e. Rêzdariya civakî ya li vir kêm e, li wir heye. Ji ver vê yekê ez fam dikim ku keça min ji bo çi çûye wir û ez piştgiriyê didim. 

Em dibin dengê mirovên li wir

Volker di dewama axaftina xwe de got:’’Me hîn bi keça xwe re bi dirêjî neaxiviye. Bi tenê bi qasî di vîdeoyê de axiviye em dizanin. Em dizanin ku keça me li wir di nava bihuştê de jiyan nake û hertim di bin xeteriyê de ye. Lê em li vir weke dengê mirovên li wir ku vê hovîtiyê jiyan dikin û hem jî dengê keça xwe xebatên rayagiştî dikin. Elmanya tiştên ku li wir tê jiyan kirin naxe rojeva xwe. Ev tiştekî şermezariyê ye. 

Divê em dengê xwe bilindtir bikin

Volker derbarê peyama keça xwe de jî wiha axivî:’’Di 3 salên dawî de Elmanya firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê gelekî zêde kiriye. Divê ev yek were rawestandin. Hêzên mezin dixwazin rêveberiya wir tine bikin, lê di rastiyê de li wir rêveberiyeke ji bo cîhanê bibe mînak heye. Pêwîstî bi têkoşîn û piştgiriyeke hîn mezintir heye. Hercure piştgirî weke nebe nabe ye. Ez jinedîtî hatina Elmanyayê ya tiştên tên jiyîn, şermezar dikim û ez difikirim ku divê em dengê xwe bêhtir bilind bikin. Lea ji bo mirovên li wir bang kir û ji bo dengê wê bigîhê van deran divê em di nava piştgiriyê de bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.