Ez di nava dozeke mafdar de me

Pêncşem 23 Çile 2025 - 03:15

Berxwedana QSD'ê ya li Bendava Tişrînê, gundên derdorê û Pira Qereqozaxê ji 8'ê Kanûnê û vir ve dewam dike. Berxwedaneke bi vî rengî li gel çîrokên lehengiyê yên gel û şervanan ebedî dibe. Yek ji pêkhateyên bingehîn ên QSD'ê YPJ ye ku di vê berxwedanê de ji destpêkê ve heye. Ji fermandarên YPJ'ê Şîraz Nîdal ku yek ji berxwedêran e, çîroka wê balê dikişîne. Şîraz Nîdal di nava şervanên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Ermen û Tirkmen de xwedî cihekî taybet e. Carna bi stranan, carna jî bi henekên xwe moralê dide hevalên xwe. Bi coş û moral têdikoşe.

Ji Erebistana Siûdî ber bi Helebê

Fermandar Şîraz Nîdal ji Erebistana Siûdî ye. Şîraz Nîdal ji bo perwerdeya Tip û hemşîretiyê di sala 2018'an de hat bajarê Heleb ê Sûriyeyê. Şîraz Nîdal qala tevlîbûna xwe ya li nava refên YPJ'ê kir:"Min gelekî hez ji xwendina pirtûkan dikir û lêkolînên xwe timî bi pêş ve dibir. Her ku min xwend, min bingeha fikrî ya Şoreşa Rojava fêhm kir. Wê demê vî fikrî gelekî bandor li min kir. Bi vî rengî min YPJ nas kir. Her ku min YPJ nas kir min li wateya jiyana xwe pirsî. Eger mirov nikaribe wateyê tevlî jiyana xwe û derdora xwe bike, hingî bê wate ye. Lêgerîna li azadiyê jî encamek ji vî fikrî bû. Bi vê têgihiştinê sala 2020'î tevlî nava refên YPJ'ê bûm. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê timî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir. Li hemberî van êrîşan em di nava amadekariyan de bûn. Me hêzên xwe bi rêxistin kir. Serketina berxwedana îro encamek ji van amadekariyan e."

Xwe dispêrin talan û hilweşînê

Şîraz Nîdal destnîşan kir ku ew têkoşîneke mafdar dimeşînin û got:"Em ew şervan in ku xwedî armanc in. Dewleta Tirk û çeteyên wê tenê xwe dispêrin hilweşîn û talanê. Ji ber vê yekê di êrîşan de bi ser nakevin. Lewma êrîşên hewayî zêde dikin. Min dewleta Tirk a faşîst, mejiyê wê yê terorîst û qirker di van êrîşan de hîn baştir nas kir. Divê cîhan hemû vê dagirkerî û polîtîkayên talanê yên delweta Tirk û çeteyên wan bibîne. Bi ruhê fedaî em ê heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiyê têbikoşin."

ANF/SERDAR SEMSÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.