Eyn Îsa: 12 kes hatin qetilkirin

Sêşem 10 Kanûn 2024 - 03:10

Balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker, li gundekî Eyn Îsa 12 kesên ku di nava wan de jin û zarok hene, qetil kirin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, balafirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagkir, şevê din (8 Kanûn 2024) saet derdora 23.00’an de gundê Misterîha yê girêdayî Eyn Îsa bombebaran kir. Çavkaniyan ragihand ku cihê hatiye bombebaran kirin malên xelkê sivîl e û di encamê de 12 kesên ku di nava wan de zarok, jin û kesên temen mezin jî hene, hatine qetilkirin.

Herwiha balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundên Hermel û Mehermele yên bajarê Zirganê bombebaran kirin. Li gorî agahiyên ku gundiyan dane, di encama bombebaranê de welatiyek şehîd bûye û hejmarek din jî birîndar bûne.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.