• Di nava eyaletê de eyaleta Diyarbekirê, sencaxên Wan, Mûş, Hekarî û qezayên Cizîr, Botan û Mêrdînê dihewîne.

Damezrandina Eyaleta Kurdistanê piştî şikandina mîrîtiya herî xurt a Kurdistanê di nava Împaretoriya Osmaniyan, îşaret bi wê yekê dike ku erdên mîrîtiyên Kurdan weke Kurdistan di nava Osmaniyan de hatine dîtin. Ev eyaleta hanê fermî 14´ê Kanûna 1847´an hatiye ragihandin û heta sala 1867´an weke eyalet hebûna Kurdistanê di nava Osmaniyan de dewam kiriye. Belgeya fermî ya ragihandina damezrandina Eyaleta Kurdistanê di rojnameya fermî ya Împaretoriya Osmaniyan Teqwîmî Weqayîh de 14´ê Kanûna 1847´an hatiye weşandin.     

Di metnê de ji bo weke eyaletê ragihandina Kurdistanê, behsa êrişên Osmaniyan ên li dijî Mîrîtiyên Kurdan tê kirin. Di nava eyaletê de eyaleta Diyarbekirê, sencaxên Wan, Mûş, Hekarî û qezayên Cizîr, Botan û Mêrdînê dihewîne. Di metnê te tê gotin, Esad Paşa kirine waliyê eyaletê.

NAVENDA NÛÇEYAN