- Parêzerên ji Fransa, Belçîka û Elmanyayê hemfikr in ku MÎT sûîqestan li dijî Kurdên li Ewrûpayê pîlan dike. Ew mikurhatina generalê teqawît ê Tirk Pekin muhim dibînin û dibêjin eşkere ye ku MÎT´ê komkujî organîze kiriye.
MUHAMMED KAYA
Dewleta Tirk di asta jor de li sûîqesta Parîsê mikur hat. Wê ji nû ve jî gef xwarin ku ew ê sûîqestên nû bike. Parêzerên Ewrûpî li dijî vê yekê nerazîbûna xwe îfade dikin û dibêjin, "Divê dawî li xebatên îstîxbarata Tirk ên li Ewrûpayê bê anîn. Dewletên Ewrûpî divê bi awayekî lezgîn red bikin ku dewleta Tirk terorê îxracî Ewrûpayê bike."
Serokê berê yê Dayreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî ya Tirk, Îsmaîl Hakki Pekin lê mikur hat ku komkujiya li dijî jinên şoreşger ên Kurd a li Parîsê a 9´ê Çileyê 2013´an “operasyona dewletê bû” û wî her wiha gefa kuştina bi sûîqestan a rêveberên KCK´ê yên li Ewrûpayê xwar. Ev bû mijara konferanseke li ser înternetê ya online. Enstîtuya Kurdî ya Brukselê konferans organîze kir. Parêzerên Ewrûpî Jan Fermon (ji Belçîkayê), Frank Jasenski (Ji Elmanyayê) û Antoine Comte (ji Fransayê), rojnamevan, nivîskar Ferda Çetin weke qiseker beşdarî konferansê bûn. Ludo De Brabander ê ku bûyerên li Kurdistan û tirkiyê ji nêz ve dişopîne moderatoriya wê kir. Wî mikurhatin û gefên Pekin bi bîr xistin, got, li Ewrûpayê jî siyasetvanên Kurd hene ku di lîsteya kesên li wan tê gerîn a Wezareta Karê Hundir a Tirk de ne. Piştî hingê Ferda Çetîn peyivî.
Dayreya ji bo kuştinê
Ferda Çetîn got, "Bi dehan bûyerên raya giştî bi wan ilam bûyî hene. Ji bo ku li derveyî Tirkiyeyê çalakiyan bike, dayreyeke taybet heye. Hîna jî çalak e. Dayreya Operasyênên Derveyî Welêt a MÎT´ê. Ev ne kirinên qanûnî ne. Wekî din rêziknameya dewleta Tirk heye ji bo parastina kesên çalakiyan dikin. Sala 2012´an ev rêzikname di çapemeniyê de jî derket. Li gorî vê 4 milyon lîre xelatê didin ji bo girtina rêveberên pilebilind [ên PKK´ê]. Ji bo girtina rêveberên asta jêr jî xelat 2 milyon lîre ye. Li gorî ku ev rêveber wê hiqûqî nikaribin bên girtin, naxwe ya ku lê difikirin, kuştin e. Ji bo yên li Ewrûpayê ti xelat ne mumkin e. Jixwe hem rêzikname û hem jî kesên wî karî bikin hene!"
Ferda Çetîn piştî vê mînakên sûîqestan ji dîrokê dan, û got, sala 1994´an Îmdat Yilmaz li Danîmarkayê bi sûîqestê hat kuştin. Polêsê Danîmarkayê eşkere kir ku xebatkarê konsolosxaneya Tirk ê bi navê Sabah Ketene hebûye. Çetîn wiha dewam kir: "Gava Ketene sala 2006´an li Kerkûkê hat kuştin, Emîn Çolaşan di rojnameya Hurriyetê de ji bo wî nivîsa 'qehremanê bênav' nivîsî".
Çetîn wiha behsa dewra hevkariya di navbera rêxistinên îstîxbaratê de kir: "Ya muhim ew e ku welatên din çalakî û operasyonên li derveyî hiqûqê yên dewleta Tirk qebûl dikin. Piştî sûîqesta li Danîmarkayê, vî welatî peymana xwe ya hevkariya têkoşîna li dijî terorê ya bi Tirkiyeyê re betal kir. Lê peymana îstîxbarata hundir a Fransayê û MÎT´a Tirk heye. Elmanyayê jî qebûl kir ku peymana wê ya îstîxbaratê bi Tirkiyeyê re heye. Ev peyman çalakiyên Tirkiyeyê yên li Ewrûpayê erê dikin."
Skandaleke navneteweyî ye
Parêzerê wê doza ku li Belçîkayê hişt ew biryara hiqûqî derkeve ya ku digot, "PKK ne rêxistineke terorê ye ew aliyê şer e", Jan Fermon jî bala xwe da mikurhatina Hakki Pekin. Wî got, mikurhatina li komkujiya Parîsê muhim e û wiha dewam kir: "Lê belê ya ji vê jî muhimtir ew e ku wî pêşniyaz kir li Ewrûpayê sûîqestên din jî bên kirin. Ev kesekî muhim e. General e. Ev skandaleke navneteweyî ye."
Jan Fermon bi bîr xist ku ti welatê Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li dijî vê nerazîbûn nîşan nedaye û wiha peyivî: "Vî kesî bang kir da ku çalakiyên neqanûnî bên kirin, min nebihîst ku kesekî nerazîbûna xwe li dijî vê îfade kiribe. Welatên YE´yê diviyabû sefîrê Tirk vexwînin û notayê bidinê. Wekî din diviyabû bixwazin ku hikûmeta Tirk daxuyaniya Hakki Pekin zelal bike. Lê bêdengî heye."
Pîlanên sûîqestê yên MÎT’ê
Parêzer Jan Fermon got, "Bûyera Parîsê, wekî din derketina holê ya lîsteya MÎT´ê ya li dijî sazî û rêveberên Kurd ên li Elmanyayê derket holê. Rayedarên Elman ev bûyer bi temamî eşkere nekirin. MÎT´ê ev kirin. Li Awusturyayê dozeke din heye. Rêveberên asta jor ên tirk vê qebûl dikin. Xuya dike ku MÎT sûîqestan li dijî rêveberên Kurd dike li Ewrûpayê. Welatên Ewrûpî divê nerazîbûnê nîşan bidin, hem di warê dîplomasiyê de û hem jî li meydana siyasî.
Tirkiye şerê xwe dibe meydana Ewrûpayê, divê welatên Ewrûpî nerazîbûna xwe ji vê nîşan bidin. Dadgeha Belçîkî rewşa li Tirkiyeyê weke şer terîf kir û ev muhim bû. Bi vî awayî nebû aliyê krîmînalîzekirina bi destê dewleta Tirk."
Jan Fermon herî dawî got, înterpolê lîsteyên radestkirinê yên ji Tirkiyeyê red kirine û wiha peyivî: "Eynî weke vê, divê welatên Ewrûpî jî bi lezgînî red bikin ku dewleta Tirk terorê îxrac bike."
Parîs sûîqesta MÎT´ê ye
Parêzerê malbatên her sê jinên şoreşger ên di komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin, Antoine Comte jî got, eşkere ye ku dewleta Tirk sûîqest kiriye: "Eşkere ye ku komkujer di kontrola MÎT´a Tirk de ye. Wî pîlana MÎT´ê bi cih aniye. Elmanyayê derbarê van kesan de agahî nedan. Fransayê tevdîrên lazim negirtin. Hin sîlehên wî hene, hin belge hene. Eşkere ye ku MÎT´ê sûîqest organîze kiriye."
Antoine Comte xwest dozgerî mikurhatina Hakki Pekin cidî bigire û wiha dewam kir: "Kujer beriya bê dadgehkirin, mir. Ji ber vê daxuyaniya Pekin muhim e. Ji Brukselê heta bi Elmanyayê MÎT xurt e. Fransa ji vê rewşê pirr tirsiya. em nikarin bibêjin hikûmet bû xwedî helwêsteke zelal."
Kî MÎT´ê li Elmanyayê diparêze
Parêzerê siyasetvanên Kurd ên li Elmanyayê, Frank Jasenski jî bal bire ser rêxistina MÎT´ê li Elmanyayê. Wî got, Mehmet Fatih Sayan li Hamburgê hat dadgehkirin, û salek ceza lê hat birrîn û wiha peyivî: "Ev xebatkarê MÎT´ê li dijî Yuksel Koç sûîqest nekir, lê wî agahî didan. Wî li ser siyasetvanên din ên li Brukselê, rêveberên li Elmanyayê jî agahî didan. Ev jî nîşan dide ku MÎT van kesan ji bo ku agahiyan berhev bikin dişîne Elmanyayê. Kî van diparêze, divê derkeve holê."
Frank Jasenski got, dewleta Tirk destekê dide siyasetên dij Kurd ên dewleta Tirk: "Hikûmeta Elman ji bo destekê bide dewleta Tirk tevgera Kurd dadgeh dike. Ferdên Kurd weke terorîst bi nav dike. Destekê dide dewleta Tirk da ku tevgera Kurd bitepisîne. Hikûmeta Elman divê vê rawestîne û dev ji dadgehkirina Kurdan berde. Ev meseleyeke siyasî ye. Divê ji bo ku karên MÎT´a Tirk ên li Elmanyayê bi lezînî bên rawestandin, kar bike."