Ewlehiyê Qesra Cebar kir cihê seyranê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 10 Hezîran 2022 - 21:39

  • Qesra Cebar ji bo DAIŞ´ê keleheke parastinê bû û 3 salan jî çeteyên DAIŞ´ê ev qesra dîrokî dagir kiribû.

Qesra Cebar ji bo DAIŞ´ê keleheke parastinê bû û 3 salan jî çeteyên DAIŞ´ê ev qesra dîrokî dagir kiribû. Hêzên QSD´ê sala 2017´an gava berê xwe dan rizgarkirina Reqayê, ev Qesra Cebar yan jî Kela Cebar ji çeteyan rizgar kiribû. Ev keleha hanê ji sedsala 11´an maye û îro, tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker jî, xelkê deverê hez dike biçe serdana wê û bêhna xwe lê vede. 

Piştî ku ewlehiya hawîrdorê û Reqayê baş bû, îro roj kesên diçin serdana vê qesra tê de 35 pir, mizgeftek û muzeyek hene, herdiçe zêde dibe. 

DAIŞ´ê ev dever weke mezintirîn zindana xwe û cihê pererdekirina leşkerên zarok bi kar dianî. Hingê serdana qesrê qedexe bû, îro tûrîstên deverê tên, lê digerin, bêhna xwe lê vedidin, malbat selfiyên xwe digirin û seyrana xwe dikin. 

Wênegirê ajansa nûçeyan a Fransî AFP´ê Delîl Suleiman jî wêneyên halê nû yê qesrê girtine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.