Ew şehîdên me ne!

Pêncşem 20 Tîrmeh 2023 - 16:41

Di encama êrişa DAIŞ’ê de 20´ê Tîrmeha 2015´an li Pirsûsê 33 kes şehîd bûbûn. Yek ji wan jî Yunus Emre Şen bû. Yunus Emre Şen doh li Wanê, li ser gora xwe hat bibîranîn.

Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) a Wanê, Yunus Emre Şen li ser gora wî bi bîr anî. Parlamenterê Partiya Çep a Kesk a Wanê Zulkuf Uçar, rêveberên HDP û Partiya Çep a Kesk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), dayîka Yunus Emre û gelek kesên din çûn Goristana Taxa Nû ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê û Yunus Emre li ser gora wî bi bîr anîn. Beriya axaftinê, kesên hazir qûrnefîl hat danîn û piştre ji bo şehîdan rêz girtin.

Piştre Zulkuf Uçar got, Yunus Emre jî tevî bi 32 hevalên xwe bi tenê xwestibûn pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin û li Pîrsûsê ji aliyê dijminên mirovahiyê ve hat qetilkirin.
 

Fail serbest in

Zulkuf, da zanîn ku Komkûjiya Pîrsûsê nehatiye ronîkirin û fail hîna serbest in û wiha pê de çû: “Fail îro hîna di nav me de dimeşin. Beriya du rojan ciwanên ku xwestin Komkûjiya Pîrsûsê bê ronîkirin û fail bên dadgehkirin, hatin girtin. 33 hevalên me yên ku xwestin hêviyê bibin Kobanê, em careke din wan bi bîr tînin. Ew şehîdên me ne.”

Bibîranîn piştî xwendina diayan bi dawî bû. 

 

Li cihê komkujiyê bibîranin

Ji bo şehîdan li Baxçeyê Navenda Çanda Amara yê li Pirsûsê jî bernameya bibîranînê hat lidarxistin. Bername bi pêşengiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê de hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Çep a Kesk, nûnerên rêxistinên sivîl, rêxistinên hiqûqê û partiyên siyasî û gelek kes tev li bibîranînê bûn. Xelk li ber avahiya HDP’a Pirsûsê kom bû û heta Navenda Çandê ya Amara meşiya.

Endama SGDF’ê Senem Nûr Pektaş di bibîranînê de got, “Beriya bi 8 salan, em li vir kom bûn. Me got, em ê Kobanê bi hev re ava bikin. Bi awayekî hovane hevalên me qetil kirin. Xwestin xeyalên me nîvco bihêlin. Lê bi qetilkirin û komkujiyê nikaribûn vê xeyalê asteng bikin. 8 sal şûn ve, dîsa em ji bo netewa Kurd azadiyê dixwazin. Xeyalên hevrêyên me bûn xeyalên bi milyonan kesî. Ji bo Pirsûsê têkoşîna edaletê dewam dike. Xwestin xeyalên hevrêyên me di vî baxçeyî de binax bikin, lê xwe xapandin. Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin. Em ê di çemê azadiyê de bi hev re biherikin.”

WAN/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.