Ew nûnerê îradebûna APO’yî bûn

Şemî 9 Îlon 2023 - 00:05

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên li Amedê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

’’26'ê Tebaxa 2023'an li navçeya Farqînê ya Amedê di êrîşa dijmin de ji milîtanên pêşeng ên partiya me hevrêyên me Dilgeş, Berxwedan û Mervan şehîd bûn. Nûnerê îradebûna Apoyî hevrêyên me Dilgeş, Berxwedan û Mervan ku li dijî êrîşa dijmin bi fedaîtî şer kirin, ji Zapê heta Mêrdînê, ji Xerzanê heta Amedê ruhê berxwedanê yê Apoyî heta nefesa xwe ya dawî temsîl kirin. Hevrêyên me Dilgeş, Berxwedan û Mervan ku ruhê berxwedanê yê Apoyî bi rengekî hêja temsîl kirin, em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe, ji gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku têkoşîna hevrêyên me ji me re hiştine, bi rengekî hêjayî bîranîna wan be bi ser bixînin.

Hevrêyê me Dilgeş li Geverê ji dayik bû. Sala 2010'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayetiya xwe ya dînamîk, bi coş û baweriya bi xwe her tim li pêş bû, li her qada ku lê ma bû cihê hezkirin û hurmeta hevrêyên xwe. Li hemberî ti astengiyan ranewestiya, her tim bû hêza çareseriyê. Di jiyan û şerê xwe de bû navê milîtaniya PKK'ê. 

Hevrêyê me Berxwedan di malbateke bi eslê xwe ji eşîra koçerên Alîkî ya Botanê, li Farqîna Amedê ji dayik bû. Di sala 2013'an de tevlî gerîla bû. Taybetmendiyên kesayetiya xwezayî ya hevrêyê me Berxwedan, fedakarî û xwesteka wî ya ku dixwest zêdetir tevlî têkoşînê bibe, ji hevrêyên wî yên ku bi hev re perwerde dibûn re bû mînak. Bi rastbûn, xwezayîbûn û keda xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. 

Hevrêyê me Mervan li navçeya Payîzava ya Wanê di nava malbateke welatparêz hate dinê. Sala 2015’an li eyaleta Wanê tevlî nava refên gerîla bû. Bi dilsoziya xwe ya li hemberî hevrêyên wî û tevlîbûna xwe ya dirûst di demeke kurt de rêzdarî û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Di jiyana xwe de bû xwedî sekneke mîlîtanê Apoyî."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Dilgeş Zîlan Gûzereş (Ferhat Akdenîz), li Colemêrgê jidayîk bûye, 26’ê Tebaxa 2023’an li Amedê şehîd bû.

Berxwedan Farqîn (Hanîfî Saygi), li Amedê jidayîk bûye, 26’ê Tebaxa 2023’an li Amedê şehîd bû.

Merwan Wan (Mûhterem Koç), li Wanê jidayîk bûye, 26’ê Tebaxa 2023’an li Amedê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.