Ew ê mafên Kurdan diyarker bin
Duşem 2 Sibat 2026 - 03:15

Peymana ku di navbera HSD û hikûmeta Şamê de hat çêkirin, di çapemeniya cîhanê de cihekî berfireh girt. Çapemeniya navneteweyî destnîşan kir ku serkeftina peymanê bi wê ve girêdayî ye ku mafên Kurdan çawa tên garantîkirin û destnîşan kir ku ev pêvajo wê rasterast bandorê li Tirkiyeyê bike.
New York Timesê diyar kir ku aramiya li Sûriyeyê tenê bi navendparêziyê nayê bidestxistin û divê daxwazên Kurdan ji bo naskirina siyasî, mafên çandî û rêveberiya herêmî bi destûra bingehîn werin garantîkirin.
The Canaryayê, bal kişand ser piştgiriya Tirkiyeyê ji bo HTŞ'ê û diyar kir ku modela Rojava bi rêveberiya bi serokatiya Şara re di nakokiyeke cidî de ye. SRF'ê ya li Swîsreyê û The Amargi bal kişandin ser qurfbariya peymanê û destnîşan kirin ku aştiya mayînde bi pabendbûna aliyan ve girêdayî ye.
Hat gotin ku Rojava bandoreke kûr li ser siyaseta Kurdan li herêmê dike û hişyarî hat dayîn ku hilweşîna peymanê dikare bibe sedema aloziyên nû hem li Sûriyeyê û hem jî li herêmê. Her wiha hat destnîşankirin ku çalakiyên piştgiriyê ji bo Rojava li çaraliyê cîhanê zêde dibin, di heman demê de fikarên li ser berdana endamên DAIŞ'ê ji hêla HTŞ'ê ve berdewam dikin.
MA/ENQERE










