Ew ê hertim bi me re bin
Sêşem 19 Tebax 2025 - 03:40
- Li gelek deverên Ewrûpayê ji bo bibîranîna şehîd Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar merasîmên girseyî hatin lidarxistin û peyamên şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Şehîd Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar, li gelek navenden Ewrûpayê bi merasîman hatin bibîranîn.
DENHAAG
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê ji bo bîranîna şehîd Nûreddîn Sofî, şehîd Koçero Urfa û şehîd Bahtiyar Gabar merasîmek bîranînê hate lidarxistin. Hevserokê Meclîsa Den Haagê axaftina vekirinê kir û di şexsa Fermandar Egîd de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî di axaftina xwe bi xêrhatina gel vekir û got: “Çawa ku rihê 15’ê Tebaxê hê jî di dilê me de olan dide, şehîdên me jî wê cesaret û şopandina ev rêya pîroz dide pêşa me.” Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
HAMBURG
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê ji bo Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar ên ku di têkoşîna azadiya Kurd de şehîd bûne, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîna ku li salona Meclîsa Gel a Demokratîk a Hamburg hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Nûnerê Saziya Malbatên Şehîd û Windakirî yên Ewropayê (KOMAW) Xoşnav Ata di bîranînê de axivî û diyar kir ku şehîdên azadiyê bi rihê Pêngava 15’ê Tebaxê li her qadê li ber xwe dan. Piştî Ata, Dîrok Diyar axivî û anî ziman ku bîranîn û şopa şehîdan li her quncik û kevirên Kurdistanê hene. Rojnamevan û nivîskar Nîmet Sevîm got:“Şehîdên me wê her tim bi me re bin. Em ê komunên xwe li her deverê ku em lê ne ava bikin.” Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê û çepikan bi dawî bû.
LEUVEN
Kurdistaniyên li Belçîkayê ji bo bîranîna her sê şehîdên pêşeng şehîd Nûreddîn Sofî, şehîd Koçero Riha û gerîlayê HPG'ê Bextiyar Gabar li bajarokê Aarschot ê bajarê Leuvenê merasîmeke mezin li dar xistin. Li ser navê Nav-Bel, Saziya malbatên şehîdan, PYD’ê, Tevgera jinên azad û PJAK’ê axaftin hatin kirin. Her wiha peyama li ser navê Partiya Wehdê hate xwendin. Piştre hunermend Comerd bi stranên xwe beşdarî merasima bîranê bû û her wiha hunermendê ciwan Ciwan jî bi strana xwe ya ji bo şehîd Nûreddîn Sofî nivîsandibû, gelê li salonê hestiyar kir.
VIYANA
Fermandarên şehîd Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin bibîranîn. Bîranîn bi beşdariya gelê Kurd û dostên wan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê pêk hat. Bername bi dua û axaftina endamekî Civaka Îslamiya Kurdistanê ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre sînevîzyona li ser sê şehîdan hatibû madekirin hate nîşandan. Piştre siyasetmedar Cuma Tak axivî. Di bîranînê de helbestên ji bo şehîdan hatin xwendin û li ser navê malbatên wan axaftin hatin kirin.
GRENCHEN
Li bajarê Grenchen ê kantona Solothurn a Swîsreyê, ji bo Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa, Bahtiyar Gabar, Azad Ararat û Kanîwar Mêrdîn ên ku şehadetên wan ji aliyê HPG û QSD’ê ve hatibûn ragihandin, merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin. Li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) Mustafa Karahan, Siyasetvan Mehmet Arslan ku pismamê fermandar Koçero Urfa ye, Birayê şehîd Kanîwar Mêrdîn, ji Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zozan Dêrik, siyasetvanê Kurd Mustafa Sarikaya axaftin kirin. Merasîm bi strana Kawa Urmiyê ya li ser şehîdan berdewam kir, bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyana şehîdan dewam kir û bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN