Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Amedê 3 gerîla şehîd bûne û ev daxuyanî da:"24'ê Cotmeha 2023'an li qada Licê ya Amedê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Bedran, Ciwan û Seyîd ên bi wêrekiyeke mezin şer kirin, heta nefesa xwe ya dawî bi nirxên azadiyê re dilsoz man û şehîd bûn. Ewladên leheng ên gelê Kurdistanê û milîtanên Apoyî yên pêşeng hevrêyên me Bedran, Ciwan û Seyîd li Bakurê Kurdistanê rihê fedaîtiyê yê têkoşîna me ya azadiyê ya bêeman û bênavber, bi rengekî hêja temsîl kirin. Bûn nûnerên dawî yên ruhê fedaî yê Apoyî ku bi Leyla Sorxwînan destpê kir, bi Axîn Mûş dewam kir û herî dawî bi çalakiyên bi heybet ên hevrêyên me Rojhat û Erdal gihîşt asta herî bilind. Şehadeta wan wê ji bo me bibe hinceta mezinkirina têkoşînê. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Bedran, Ciwan û Seyît em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û careke din soz didin ku têkoşîna wan bi ser bixînin.
Hevrêyê me Bedran li Amedê li nava malbateke welatparêz û dilsozê çanda xwe ji dayik bû. Di sala 2012'an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi rêbaza xwe ya kar a bi dîsîplîn, hevrêtiya kûr û kesayetiya xwe ya têgihiştî bû mînak ji hevrêyên xwe re. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, kedkar, fedakar û çalak gelek kar meşand û ji hevrêyên xwe re bû mînak.
Hevrêyê me Ciwan li paytexta me Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me 5 salan di zindanê de ma. Hevrêyê me Ciwan piştî ku ji zindanê derket yekser dest bi têkoşînê kir. Di karên YPS'ê de performanseke serketî nîşan da û sala 2020'î li Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me mîna navê xwe xwedî ruhê ciwantiyê bû, bi baweriya serketinê û ruhê fedaî yê Apoyî bênavber têkoşiya. Hevrêyê me Ciwan di vê têkoşînê de bû xwedî serketinên mezin.
Hevrêyê me Seyît li Êlihê di malbateke welatparêz de jidayîk bû. Hevrêyê me Seyît ku di serî de li ser esasê girêdana hestiyarî tevlî gerîla bû, bi kesayetiya xwe ya durist û bicewher di nava refên gerîla de hezkirina hevrêyên xwe qezenç kir. Hevrêyê me yê ku bi jiyana xwe ya sade, bi helwesta xwe ya dilnizm û bi hewldana xwe ya ji bo bibe milîtanekî pêşeng ê Apoyî hurmet û hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xist, bi helwesta xwe ya bê tawîz a li hemberî dijmin her tim li pêş bû.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ne;
Bedran Merdan (Nazim Hîkmet Ulgen), li Amedê jidayîk bûye, 24’ê Cotmeha 2023’an li Amedê şehîd bû.
Ciwan Amed (Onûr Kamîloglû), li Amedê jidayîk bûye, 24’ê Cotmeha 2023’an li Amedê şehîd bû.
Seyît Brûsk (Muhammed Gonyelî), li Êlihê jidayîk bûye, 24’ê Cotmeha 2023’an li Amedê şehîd bû.
BEHDÎNAN