Evîn Ebrîşamî (Evin Abrishami) hefteya bihurî ji Partiya Karker weke endama Meclîsa Şaredariyê ya Oxfordê. Evîn ji Mehabadê, ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Ew yekem Kurd e ku li Oxfordê ketiye Meclîsa Şaredariyê. Mijarên wê yên sereke wê bibin “xaniyên civakî, bidawîkirina bêmaliyê, derketina ji heqî qirêjiyê, xurtkirina cîraniyê û xwegihandina hedefa sifir gaza karbonê”.

Ew sendîkavan e û her wiha endama Partiya Karker e. Ji ber ku zarok çêbûye, di navbera 2013 û 2018´an de wê çalakgeriya xwe kêm kiriye. Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û ji bo mafên Kurdan li rojhilat ew karê lobiyê jî dike. Ew di heman demê de endama Kurd-Akad UK ye jî. Kurd-Akad´ê jî ji ber hilbijartina endama xwe Evîn Ebrîşamî ya ji bo Meclîsa Şaredariya Oxfordê daxuyaniyek da û ew pîroz kir.  

Halê hazir li Londonê, 12 endamên Meclîsên Şaredariyê yên ji Bakur, 1´î ji Başûr û yek jî ji Rojava hene.

LONDON