David Ambarzumjan ji Elmanyayê, Munchenê ye û ew di wêneyekî de du çaxan nîşanî me dide, du çaxên ji hev cuda. Wêneyên wî durî rastiyê, surrealîst xuya bikin jî, esas realîst in. Yanî hebûna du çaxan di wêne de belkî surrealîzmek be, lê hem xêzên wî û hem jî teswîra herdu çaxan tîra xwe realîst in. 

Ambarzumjan di rêzewêneyên xwe yên nû de, bi derbên firçeyê li ser tabloyan du çîrokan dibêje. Ambarzumjan ji bo koleksiyona xwe dibêje, “Ev wêneyên min nîşanî me didin bê ka xweza û mirovahî çawa teşe dane gerdûnê, bi başî yan jî bi xerabiya xwe.”

Ambarzumjan niha bêhtir li ser siberojê dirame û li rastiyên piştî dojehê difikire. Ew bi derbên firçeyê dibêje, “Rojekê xweza dê her tiştê bixwe bin kontrola xwe.” Ew niha dinyayeke wiha disêwirîne bi tabloyên xwe. Ji bo siberojê dinyayeke xeyalî, dinyayeke ku li xwezaya xwe vegeriyaye xêz dike.  

Di wêneyên Ambarzumjan de heywanên ku bi ser bajêr de girtine hene û ev heywan di nav bajêr de digerin. Ev carna dibe ku di nav xwezayê de xezalek, di nav kolanan de Zebrayek û li ser rê masîyên mezin yên behrê bin. Xweza, dar û daristan xwe li dor bajêr livandiye û xezal jî di nav vê xwezayê de ciyê xwe digirin. Ambarzumjan bi van wêneyên xwe dibêje, “Berê ev warê van heywanan bû, lê niha mirovan cihên wan dagir kirine û xwezaya wan ji holê rakirine.”

Ambarzumjan guherîna xwezayê û dinyayê bi van wêneyan vedibêje û balê dibe ser xwezaya heywanan ya ku mirovan ew ji holê rakiriye û kiriye warê xwe. Ambarzumjan bi van wêneyên xwe vê yekê rexne dike û dibêje, “Ev war, warê wan e!”   

NAVENDA NÛÇEYAN