Ev serhildana min e

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 17 Sibat 2021 - 01:55

MUHAMMED KAYA

Halîl Şen ji bo rûreşkirina komploya navneteweyî ya 15´ê Sibatê li ber avahiya Parlamena Sachsenê li  Dresdenê çalakiyeke fedaî kir.

Halîl Şen welatparêzekî Kurd bû. Ew ji navçeya Sêrtê Dihê bû û 50 salî bû. Ev 25 sal in ku ew li sirgûnê bû. Çalakiya xwe jî di salvega 22´yê ya komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar xist; wî xwe li ber avahiya Parlamena Eyaletê ya Sachsenê ya li Dresdenê 12´ê Sibatê înê êvarê bedena xwe da ber agir. Halîl Şen bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneya Friedrichstadt a li Dresdenê jî jiyana xwe ji dest da.

Wî li pey xwe jî nameyek hişt. Di nameyê de ew bi bîr dixe ku ti xeber ji Ocalan nayê wergirtin û li hepsan jî li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê hene. Ew dibêje, "Ev serhildana min e. … Ez tevahiya hêzên 15´ê Sibata 1999´an di komployê de cihê xwe girtine rûreş dikin, lanet li wan be. Ez ji komplogerên bêbextiya navneteweyî û hevkarên wan re dibêjim, heta ku mirovahî hebe, rêberê mirovahiyê, roja me Serok Apo, wê rêya mirovahiyê ronî bike. Ji bo azadiya bi rûmet berdêl divê; mirovên bi rûmet berê jî berdêl dan, mirovên bi rûmet wê ji niha û pê ve jî berdêlê bidin, jixwe berdêlê didin."

Kedkarê 25 salan

Halîl Şen, ji xebatkarên çalak ên Komeleya Dostaniya Kurd-Elman a Dresdenê bû. Rêveberên komeleyê dibêjin, "Pratîkeke wî ya 25 salan heye. Kedeke mezin daye vê têkoşînê." Halîl Şen ji malbateke welatparêz e. Bi xwe jî ji ber sedemên siyasî 5-6 salan di hepsê de maye.

Halîl Şen ji bo ku beşdarî çalakiya protestokirina komployê ya li Berlînê bibe, ji malê îna bihurî derketibû. Ji ber ku xeber jê nehatibû girtin, weke wenda, lê hatibû gerîn. Polêsê Dresdenê doh encamên testa DNA´yê eşkere kirin û got, kesê xwe li ber parlamenê şewitandî, Halil Şen e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.