- “Di çapemeniya Farsî de ya ku muxalif dişopînin, bi berferehî behsa konferansê hat kirin. Fikrên me yên li ser şoreşa jinan û ya gelan, mianqeşeyên me yên Kurd, Beluç, Erebên Ehwazê û gelên din, bi rengekî hatin bihîstin.”
LUQMAN GULDIVÊ/BRUKSEL
Li Parlamena Ewrûpayê, bi organîzasyona Platforma Demokratîk a Îranê û Înstîtuya Kurdî ya Brukselê konferensa “Şoreşa bi pêşengiya Jinê li Îranê: Gelo werçerxeke di navbera zilm û şoreşê ye ji bo Îranê?” hefteya bihurî 6´ê Hezîranê bi rê ve çû. Konferansê nexasim jî ji ber ku di panela xwe ya duyem de nûner û lîderên sê partiyên siyasî yên sereke anîn cem hev di çapemeniya Farsî de ya ku muxalif dişopînin cihekî berfereh girt. Hevserokê PJAK´ê Siyamend Mûînî, tevî Berdevkê Komele-Rêxistina Kurdistanê ya Partiya komunîst a Îranê Îbrahîm Elîzade û Lîderê Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran Mustefa Hicrî helwêsta xwe ya beramberî Şoreşa Jin jiyan azadî nîşan dan.
Siyamend Mûînî di dema axaftina xwe de weke şeş xalên sereke ku lazim e ew ji bo çareseriyê pê dakevin behsa "edaleta civakî“, "azadiya jinan", "maf û azadiyên gel û neteweyan", "mafê parastina rewa", "parastina hawîrdorê" û "yekkirina gel û neteweyên Îranê" kir. Wî hêviya xwe ya ji bo wê yekê ku konferans bibe minasebetek ji bo diyalogeke berferehtir îfade kir û bi gotinên "Jin jiyan azadî" gotara xwe bi dawî kir. Piştî konferansê ez pê re peyivîm ka ji bo wan ev konferans çawa bihuriye. Eşkere bû ku herî zêde amadebûna Deutsche Welle Farsî û BBC Farsî bala wî biribû ser xwe û got, "Di çapemeniya Farsî de ya ku muxalif dişopînin, bi berferehî behsa konferansê hat kirin. Fikrên me yên li ser şoreşa jinan û ya gelan, minaqeşeyên me yên Kurd, Beluç, Erebên Ehwazê û gelên din, bi rengekî hatin bihîstin. Ragihindanê baş dît û vê jî tesîreke mezin û baş li ser gel kir. Her kesî behsa projeya xwe kir. Min jî behsa projeya PJAK´ê kir û ew 6 xalên projeya xwe bi berferehî û bi awayekî nivîskî bi sê zimanan, bi Kurdî, Ingilîzî û Farisî me da beşdaran hemûyan. Bi baweriya di meseleya nêzîkbûna hev a partiyên siyasî yên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê de destpêkeke baş bû ji bo siberojê. Jixwe, heger di siberojê de aliyên Kurd karibin bêhtir nêzîkî hev bibin, hingê dibe ku Kurd karibin pêşengiyê li şoreşa gelên Îranê re jî bikin. Piştî destpêkirina şoreşa Jin jiyan azadî, her kesî meraq dikir ka Kurd wê çi bikin. Lê belê Kurd wê hingê amade nebûn. Wê demê heger Kurd weke îro li gel hev rûniştana, Kurdan wê karîbûya pêşengiya şoreşa jin jiyan azadî bikin. Niha jî ne dereng e. Ev rûniştina li gel hev baş bû. Kurd bi giştî ji ber vê hatina cem hev kêf xweş in."
Ber bi nêzîkîhevbûna Kurdan ve
Piştî van hizran, min meraq kir ka PJAK li ser lihevnêzîktirbûna aliyên Kurd û xurtkirina diyaloga heyî ya aliyên Kurd wê siberojê çi deyne ber xwe: "Helbet wê diyalog dewam bike. Em ê binihêrin ka rewş çawa dibe. Lê niha hema piştî vê civînê, hîna zû ye mirov tiştekî diyar û eşkere bibêje. Belê, ber bi wê yekê ve diçe ku lihevtêgihiştinek hebe ku di siberojê de bi hev re zêdetir kar bikin."
Gel nêzîkî hev bûn
Ji ber ku hem şoreşa Jin jiyan azadî weke şoreş bi nav dikir û hem jî digot, ew jî di navê de aliyên Kurd ne amade bûn, min pirsî ka aliyê şoreşî yê tevgera hîna jî li Rojhilatê Kurdistan, Îranê û nexasim jî li Beluçistanê heye, rave bike. Hevserokê PJAK´ê Siyamend Mûînî, şoreşa Jin jiyan azadî şiband "ronesanseke zêhniyetî" û wiha dewam kir: "Şoreşa Jin jiyan azadî, piştî şehîdkirina Jîna Amînî dest pê kir, esas ronensanseke zêhniyetî ye. Niha ev ronesans li seranserê Îranê ber bi wê yekê ve diçe ku temamê Îranê bikeve pêvajoyeke guherînê. Di nava civakê de guhertin çêbûn. Berê, gava ji malekê keç yan jî kurek şehîd dibû, şîn û giriyan bû. Lê belê niha, li ser gora wan sloganan dibêjin, sirûdên şoreşgerî dibêjin. Bifikirin li dijî desthilatê dirûşmeyan dibêjin. Ev yek bi serekê xwe guhertineke esasî ye di nava civakê de. Û peyamên ku ji Azerbeycanê ji bo Kurdistanê, ji Ehwazê ji bo Kurdistanê hatin gotin, li Kurdistanê ji bo Beluçistanê jî hatin gotin, nîşana nêzîkîhevbûna gelan e. Di vê çarçoveyê de ez behsa ronesanseke zêhnî dikim."
Ne Kurd û ne rejîm amade ne
Ez li meseleya hazirnebûna hizbên Kurdî ji bo şoreşê vegeriyam: "Na bi ti awayî ne hazir bûn. Hazirbûna wê pêşengî bikirana." Min ev qismî weke xwerexnekirinê jî şirove kir, lewma hevserokê yekê ji partiyên siyasî yên herî xurt ên Rojhilatê Kurdistanê ev gotin dikirin. Lê ma gelo hizb niha hazir bûne: "Na hîna jî amade nînin." Herçî rejîm e, nexasim Sûpayî Pasdaran gelo ew amade ne? Bersiva vê pirsê jî kurt bû: "Na, nexêr, rejîm jî ne amade ye. Amade bûna wê êriş bikira. Êrişa niha dike, ne êrişa amadebûnê ye. Rast e gefan dixwe, lê êrişekî cidî nake. Heger li dijî Kurdan bi giştî şer bike, mesele ne tenê Kurd in. Beluç hene, Azarî hene, Ereb hene, Gîlek hene, Beluç hene, gelek hêzên ji derve hene ku hazir in dest werdin. Ji ber wê jî ne Kurd amade ne, ne jî dewleta Îranê amade ye."
Hêzên Kurd wê kengê amade bin? Ew jî bi kurtî li konferansê vedigere û li pirsa min vedigerîne: "Kurd ne amade ne, lê xwe amade dikin. Ev konferansa îro (6´ê Hezîranê) amadekariyek e ji bo siberoja Kurdistanê."