Ev model wê veguhere xweseriyê

Sêşem 16 Çile 2024 - 01:18

  • Namzetê DEM Partiyê yê hevşaredariya Êlihê Mehdî Oztuzun: Dayikên me û ciwanên me ev her du roj kirin şahîneta demokrasiyê. Di şahîneteke wiha de hilbijartina bi dengên gel û delegasyonê bar û berpirsyariya me zêdetir dike. Bi xizmeta şaredariyê ya ku em ê bidin, em ê hewl bidin modeleke wiha deynin ku veguhere xweseriyê û bi vî rengî ji daxwazên gelê xwe re bibin bersiv. 

MIHEME PORGEBOL / ÊLIH

Namzetên Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun diyar kirin ku rapirsîn bi rengê “şahîneta demokrasiyê” hatiye pêşwazîkirin, piştî ku ew hatin ser kar, ew ê li ser esasê “lihevkirina bajêr” bi rê ve biçin û hewl bidin bi gel re modeleke wiha deynin ku ev model veguhere xweseriyê.

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Êlihê diyar bûn. 13’ê Çile, li Salona Dawetê ya Beyaz Şatoyê, di tûra pêşî de ji bernamzetan ti kesî 50+1 yê dengan, nestand. Ji ber vê, cara diduyan, rapirsîna gel hate kirin û li gorî encamên vê cara diduyan, Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun bûne namzetên hevşaredariyê, ji bo hilbijartina cihî ya 31’ê Adara bê.

Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Sonuk û Parêzer Mehdî Oztuzun pirraniya dengên delegasyonê wergirtin û ji bo namzetiya hevşaredariyê hatin hilbijartin.
Li gorî encamên teqez ên rapirsîna gel a doh ku saet 17:15’an hatin eşkere kirin, Gurbet Dogan 867 û Gulistan Sonuk jî hezar û 361 deng wergirtin û Sonuk bû namzeta hevşaredariyê. Ji nav bernamzetên mêr jî Mehdî Oztuzun bi hezar û 753 dengan bû namzetê mêr ê hevşaredariyê.

 

Em ê li gorî ‘rêgeza lihevkirinê’ werin ser kar

Gulistan Sonuk a ku piştî encamên teqez ên rapirsînê ji rojnameya me re axivî, got, “Me bernamzet û namzetên xwe li gorî lihevkirina bajêr diyar kirin. Du rojan hem li Êlihê û hem jî hema bibêje li timamê navendên Kurdistanê, ev rapirsîna gel weke şahîneta demokrasiyê hate pêşwazîkirin. Li hin bajarên me namzetên me di cara pêşî de diyar bûn. Li hin bajaran jî ma cara diduyan. Êlih jî yek ji wan bajaran bû ku di dewra diduyan a rapirsînê de namzetên wê kifş bûn. Gel tiliya xwe bi me ve kir. Hîs û berpirsyariyeke xweş e ku bi lihevkirina bajêr em hatin hilbijartin. Bila kesek şik û gumanê ji me neke ku em hatin ser kar jî em ê rêgeza lihevkirina bajêr li ber xwe deynin.”

 

Modeleke wiha ku veguhere xweseriyê

Namzetê din ê hevşaredariyê, Parêzer Mehdî Oztuzun jî wisa dihizire ku rapirsîna gel, weke şahiyekê bûye: “Biryara rapirsîna gel ku navenda me ya giştî dayî, bû weke şahîneta demokrasiyê. Dayikên me yên nirxan û ciwanên me tim li meydanê bûn. Bi rengekî ku gelê me li der nemîne, du rojan ev salon tije kirin û dengê xwe dan. Wan ev her du roj kirin şahîneta demokrasiyê. Di şahîneteke wiha de hilbijartina bi dengên gel û delegasyonê bar û berpirsyariya me zêdetir dike. Em deyndar û sondxwariyê gel in. Bi xizmeta şaredariyê ya ku em ê bidin, em ê hewl bidin modeleke wiha deynin ku veguhere xweseriyê û bi vî rengî ji daxwazên gelê xwe re bibin bersiv.

Berpirsyariya têkilî daxwazên gelê me, dayikên me yên fedakar û ciwanên me yên şoreşger li ser milê me ye. Ji îro û pê ve me dest bi meşa heqîqetê kiriye. Di qonaxa diduyê de em ê hewl bidin ku 31’ê Adarê dengên xwe zêde bikin û di qonaxa sisiyan de jî bixwazin modeleke wiha deynin ku ew veguhere xweseriyê. Ez bawer dikim ku di vê rêyê de bi pêşengiya dayikên me, em ê bi hemû beşên civakê re bimeşin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.