Ev konferans ji bo yekîtiyê serketin e

În 30 Gulan 2025 - 03:10

Jinên ku beşdarî Konferansa  Parlamenterên Jin ên Kurd bûn diyar kirin ku konferans ji bo jinan serketî bû û gotin:” Ev  konferans ji bo aştiyê  serkeftin û yekitiya jinên Kurd a li çar parçeyan e. Armanca vê konferansê pêşxistina siyaseta demokratîk di pêşengiya jinan de ye.”

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di navbera 28-29’ê Gulanê de li Çanda Amedê Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd tê lidarxistin. Endamên TJA'yê, parlamenterên jin ên Kurd û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, Rojhilata Navîn û Ewropayê beşdarî konferansê bûn. Li salona ku konferans lê hat lidarxistin pankarta bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî, "Jin politikaya demokratîk dimeşînîn, civaka demokratîk ava dikin" û pankartên "Jin jiyan azadî", "Cinîya azad komelo azad", "Jin azad dibe civak azad dibe" hatin daliqandin. Her wiha gelek jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî konferansê bûn.  

Peyam Ehmed û Sereta Suhaltelenebî ku ji bo beşdarî Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bibin ji başûrê Kurdistanê hatin, li ser pêvajoya siyasî û rola jinan di vê pêvajoyê de nirxandin kirin.

Bi pêşengiya jinan siyaset  

Peyam Ehmed diyar kir ku di konferansê de dengê jinên Kurd yek bû û got, "Ev konferans ji bo me konferanseke girîng e. Jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî konferansê bûn. Ev konferans cihê ku daxwazên jinan ên yekitî û yekitiya Kurdistanê hatin gotin gotin e. Dengê jinên Kurd li vir bû yek. Jinên ku li çar parçeyên Kurdistanê dijîn, piştgiriyê didin peyama aştiyê ya ku birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan û gelê Kurd  şand. Ev  konferans ji bo aştiyê  serkeftin û yekitiya jinên Kurd a li çar parçeyan e. Armanca vê konferansê pêşxistina siyaseta demokratîk di pêşengiya jinan de ye.” 

Em jin aligirên pêvajoya aştiyê ne

Sereta Suhaltelenebî jî diyar kir ku ew ji pêvajoya pêşketinê memnûn in û alîgirên pêvajoya aştiyê ne û got, "Em ji pêvajoya ku li Tirkiyeyê pêş dikeve kêfxweş in. Peyama birêz Abdullah Ocalan girîng e û em bi hêvî ne. Em hêvîdar in ku ev pêvajo bi ser keve. Em hêvî dikin ku Kurd ji bo geşepêdan û pêşketina vê pêvajoyê hewl bidin. Peyama pêvajoya aştiyê ji bo gelê Kurd girîng e.  Em jin aligirên pêvajoya aştiyê ne Daxuyaniyên PKK'ê ji bo pêşketina pêvajoyê ne.” 

JINNEWS/AMED/GULISTAN DURSUN/PELŞÎN ÇETÎNKAYA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.