Ev bedew ji qetranê çêkirin

Nûçeyên Çand/Huner

În 2 Tîrmeh 2021 - 04:18

AHMET KANBAL
MA/MÊRDÎN 

Wênesaz Nurettîn Çakmak li şûna boyaxê qetranê bi kar tîne û wêneyên cuda xêz dike. Nûrettîn Çakmak li Mêrdînê dimîne. Ev  qederê 18 salan e ku wî dev ji boyax û qelemê berdaye û bi terzekî nû yanî bi qîr û qetranê hunerê xwe dike. Çakmak portreyên hunermendên Kurd, pêşeng û şexsiyetên kurd, cih û warên dîrokî yên Mêrdînê li ser cawê dineqişîne. Çakmak li Mêrdîna qedîm kargehek vekiriye û karê xwe li vir dike. 

Çakmak bi wêneyên cuda balê dikişîne ser xwe û piştî hevalekî wî qetran pêşniyaz kiriye, wî jî bi qetranê dest bi çêkirina wêneyan kiriye. Çakmak niha tevahiya berhemên xwe bi vê rêbazê çê dike. 

Çakmak behsa destpêka bikaranîna qetranê dike û dibêje, serê pêşî, gelekî zehmet bû lê niha ew baş elimiye û ji qetranê wêneyên xweşiktir û balkêştir derdikevin holê. Çakmak dibêje, portre, rûyên însanan û mal, qesr, mizgeft, minare û dêrên dîrokî yên Mêrdînê bi wêneyên qetranê xweşiktir xwe radixin ber çavan. Li gorî Çakmak, erê qetran reş e, lê ew madeyeke din jî bi kar tîne û reng dide qetranê û bi van rengan wêneyan dixemilîne. Çakmak destnîşan kir ku ew girîngiyê dide bi kesayetên dîrokî, pêşengên Kurd û neteweyên din û portreyên dengbêj Şakiro çêkiriye û niha jî li ser protreya hunermenda Kurd Eyşe Şan dixebite. Çakmak diyar kir ku ew kêfê ji xebata bi qetranê digire û ev xebat îlhamê dide wî. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.