Esxerî Kurdistanî; xezîneyeke ji elmasan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Sibat 2024 - 00:45

  • Deng û muzîka hinek hunermendên Kurd ti carî namire û ew her dijîn di dilê Kurdistanê de. Dengê Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî jî yek ji wan dengan e ku îlhamê daye nifşên pey xwe. Ji lewma ew weke xezîneyeke hunerî ya weke elmesan jî tê bibîranîn.

Di ser salvegera koça dawî ya hunermend Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî re 87 sal derbas bûn. Rehên deng û muzîka Esxerî digihîjin kûrahiya dîroka Kurdistanê. Ji lewma jî heta roja îro ew û dengê xwe nemir mane û nifşên nû her stranên wî gotine.  Seyîd Elî Esxerî bi xwendina Quranê ji hucre û tekya xwe qirika xwe ji dengekî Rojhilatê Kurdistanê re vekir. Paşê bi gotin û mûzîka xwe xezîneyek ji Kurdan re hişt ku piştî wî ji hunera Kurdî re bûye îlhamek.

Esxerî Kurdistanî kurê Seyîd Nizamedîn kurê Seyîd Camî kurê Seyîd Mihemed Cewad kurê Seyîd Îbrahîm’e. Di sala 1881’an de li gundê Selwetawa ya ser bi bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Malbata Esxerî bi eslê xwe ji malbata helbestvanê Kurd yê navdar Baba Tahirê Hemedanî ye. Lewma jî helbestvan Baba Tahir bandoreke mezin li wî kiriye.

Esxerî di sala 1905’an de bi Mehşeref Xanimê re dizewice û sê kur û du keçên wan çêdibin. Nasnavê Kurdistan ji parêzgeha Sine girtibû, ji ber ku Fars ji Sineyê re dibêjin Kurdistan û ev yek li nav Kurdan û netewên din yên Îranê belav bûye.

Di bin tesîra Baba Tahirê Hemdanî de

Esxerî di jiyana xwe ya feqetiyê de di bin tesîra Baba Tahirê Hemedanî de maye. Helbestên xwe bi awaz û xwendina Quranê bi dengekî bilind dixwend. Nimêj dikir, meqam û îlahiyên olî digotin. Vê yekê gav bi gav Seyîd Elî anî nav cîhana hunerê. Ji ber ku xelkê bê navber pesnên wî didan, ew teşwîq kir ku wî dengê xwe yê xweş winda neke û bikar bîne. Esxerî bi stranbêjiya şaheserên wek; Were cana min, Ey hevalên terîqetê, Xemgîn û dil peşewim, Hey nabe nabe, bingeheke hunerî ya xurt ji Kurdan re ava kir û ji bo Kurdan xeteke hunerî ya nemir afirand ku hunermendên ciwan yên Kurd niha wek dibistanekê jê fêr dibin.

Zana û pispor bû

Herwiha Esxerî bi stran, meqam û mûzîkê bi çend awayan tê nasîn ku hindik kesan karîbûn bi stîla wî bêjin. Her wiha şarezayiyeke baş di mûzîk û awaza Farsî de hebû wek şêwazên sêgah, humayon, şûr, beyat zend, efşarî, şûşterî, ebû eta, deştî, îsfehan. Vê yekê jî hunermendên wekî Şeceriyan, Ebasî Kemendî û Muctebayê Mîrzade kir ku bibêjin Seyîd Elî bi rastî di muzîkê de zana û pispor bû. Seyîd Elî di salên 1928 û 1929’an de bi nûnerê Şirketa Gramofona Polonî re peymanek îmze dike. Wî 10 stran ji bo şirketê li ser ekranê tomar kir. Ya herî navdar “Yar Xezal” û “Hay Nabe Nebe” ne. Her wiha gelek stranên din jî li pey xwe hiştine, ji wan hevalên terîqetê (refîqanî terîqet) û cananî cananim re.

Di stranên wî de peyvên biyanî kêm bûn

Hunera wî ne tenê li Kurdistanê ye, ew sînor derbas kirine û hunermendên Fars, Tirk, Azerî û heta Ereb jî stranên wî gotine. Hunermendê mezin yê Fars Şeceryan Hemayonî yek ji wan hunermendane ku bi mûzik û sitîla Esxerî şaş maye, di hevpeyivînên xwe de got ku wî gelek sûd ji muzîka Seyîd Elî girtiye. Ji ber vê yekê wî bi serbilindî stranên Esxerî gotine. Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên vî hunermendê mezin ewe ku xwe dispêre helbest û helbestvanên Kurd. Ji helbestên Mewlewî û Wefayî sûd wergirtiye. Di stranên xwe de kêm caran peyvên biyanî bi kar aniye. Ji ber ku di serdama wî de Farsî û Erebî serdestiya hemû nivîs û hunerê dikir. Li Rojhilatê Kurdistanê yekem kes bû ku li ser gramafonê Meqamê Kurdî lêxist.

Xezîneyeke hunerî ya weke elmasan

Hêjayî balkişandinê ye ku piraniya muzîkjenên ku ji bo Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî lêxistin Fars bûn. Lê belê wî bîn û tameke Kurdî ya taybet daye stranên xwe, ku nehiştiye stranên wî ber bi Farsî ve biherikin. Seyîd Elî Esxerî mirovekî sade û xakî bû ku cilûbergên Kurdî yên balkêş yên weke şelwarên Kurdî û mêzerên kesk li xwe dikir. Bi taybetî girîngiyeke taybet da çanda Kurdî û mijarên netewî û ew qet îhmal nekirin, bi taybetî di Newrozê de.

Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî xezîneyek hunerî ya elmasî ji bo netewa xwe ya Kurd li pey xwe hiştiye. Ew di 4’ê Sibata 1937’an de koça dawî kir û li goristana gundê xwe hat veşartin.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.