Nobeda Azadiyê ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê neh sal in ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve tê meşandin, vê hefteyê bi komeke nû ya ji bajarê Essen ê Elmanyayê dewam dike.
Koma vê hefteyê ji Îbrahîm Polat, Mazlûm Hasan û Feteh Cîrît pêk tê.
Îbrahîm Polat bi navê komê daxuyanî da û bal kişand ser komkujiyên li dijî gelê Kurd, êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, tecrîda li ser Rêber Kurd Abdullah Ocalan û got, "Azadiya Rêber Apo mifteya çareseriyê ye."
STRASBOURG