Eskeran li Pasûrê jî şewitandin

Yekşem 25 Cotmeh 2020 - 15:30

Eskerên Artêşa Tirk li navçeya Pasûrê ya Amedê, agir berdan daristanê. Şewat dewam dike û mirovên ku xwestin şewatê vemirînin lêdan xwarin.
Li qada bejahî ya navçeya Pasûrê ya Amedê pêr nîvro çeteyên dewleta Tirk ên weke polîs têne binavkirin agir bi daristanê xistin.
Şewata li herêmê mezin bû û şêniyên herêmê xwestin vemirînin, lê belê çeteyan nehiştin. Kesekî ku li herêma şewatê heywanên xwe diçêrand, ji ber şewatê nerazîbûn nîşan da, lê polîsan lê dan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.