• Ji dîlên şer ên berê Fatima Şabo: Ez û gelek hevalên min, îradeya me xurttir bû. Min li zindanê soz da ku çi dibe bila bibe, dema ku derketim ez ê li kar vegerim. Wan xwest îradeya me bişikînin û me bêhêz bikin, lê berevajî vê yekê, em ji berê xurtir in.

BÊRÎTAN SARYA  /  ANHA/HELEB

Ji berxwedêrên ku di dema êrişa dagirkeriyê ya li dijî Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatin girtin û ji nîvê 8 hezar sivîlên di nava çar salên dagirkeriyê de hatin revandin, agahî nayê wergirtin. Li gorî agahiyan dewleta Tirk li zindanan gelek dîlgirtî bi êşkenceyê qetil kirine.

Bi belgeyan piştrast bû ku gelek dîlgirtî bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî revandin, Tirkiyeyê, li wir hatin dadgehkirin û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hate birrîn.

Dewleta Tirk ji sala 2018'an ve bi êşkence û gefxwarinê zextê li dîlgirtiyên şer û sivîlên revandî dike, da ku bibin sîxurê li dijî gelê xwe.

Gelek Efrîniyên ji zindanan derketin qala êşkence û zexta sîxuriyê kirin. Yek ji van jî endama Hêzên Asayîşê ya Efrînê, Fatima Şabo ye.

Fatima Şabo ya ji navçeya Mabata ya Efrînê, 20'ê Çileyê 2018'an dema ku êrişa dagirkeriyê li ser Efrînê dest pê kir, hingî endama asayîşê bû. Hêzên Asayîşa Efrînê hem ewlehiya nava bajarê Efrînê dikir, hem jî li eniya şer cihê xwe digirt.

Fatima Şabo li gundê Kurka yê navçeya Mabatayê, dema ku hewl dida yekê ji hevalên xwe yên birîndar rizgar bike, dîl kete destê dagirkeran. Îstîxbarat û çeteyên Tirk sê mehan êşkence li Şabo kir. Şabo dît ku çar hevalên wê li zindanê bi êşkenceyê hatin qetilkirin.

Piştî sê mehan çeteyên Siltan Murad ew li Efrînê danî û tevî komek ji hevalên wê zexta sîxuriyê lê hate kirin. Fatma Şabo teslîmî êşkencekaran nebû. Ji Efrînê xwe gihand Taxa Şêx Meqsûd a Helebê û ji nû ve tevlî karên asayîşê bû.

Fatima Şabo dibêje, "Wan [dagirkeran] xwest ku îradeya me bişikînin û me teslîm bigirin. Bikin ku em xiyanetê li nirxên xwe bikin. Lê berevajî vê yekê, îradeya me xurttir bû."

Fatima Şabo tîne ziman ku destpêkê ew birine biryargeheke leşkerî ya li Tirkiyeyê û li wir îstîxbarata Tirk bi êşkenceyê lêpirsîn kiriye: "Ez birim cihekî li Tirkiyeyê, cihekî leşkerî bû. Piştre dest û çavên min girê dan. Tirkan dest bi lêpirsînê kir. Ji ber ku min bi Tirkî nizanîbû, çeteyan tercûme dikir. Bi her awayî êşkence kirin. Ji elektrîkê heta her cûre êşkenceyê. Sê saetan lêpirsîn kirin. Min jî bersiv nedida, mi digot 'madem dîl hatime girtin, heger dikujin bila bikujin'. Pirs dipirsîn û li min dixistin. Bi rastî jî min nizanîbû êdî rewşa min çi ye. Aqlê min li serê min nebû. Piştre çek danîn ser serê min û gotin, 'Em ê te bikujin'. Nekuştin, lê belê sixêf, êşkence, lêdan dikirin."

Wê teslîmî çeteyên Sultan Murat dikin

Piştî êşkenceya îstîxbarata Tirk bi rengekî çav û destgirêdayî wê dibin zindaneke çeteyên Sultan Mûrat: "Çeteyan ez birim odeya êşkenceyê. Amûrên êşkenceyê nîşan dan û gotin, 'Eger tu rastî nebêjî em ê van li dijî te bi kar bînin. Serê sibehê Tirk wê werin lêpirsîna te bikin, tu yê rast biaxivî’. Piştî rojekê îstîxbarata Tirk hat û heman pirs pirsîn. Wê demê Efrîn hîn nehatibû dagirkirin. Ji min dipirsîn ka cihê çekên giran û hevalan li ku ne. Min jî timî digot, 'nizanim'. Careke din êşkence kirin. Armanca wan şikandina îradeya me bû, dixwestin me teslîm bigire. Dema ku Efrîn dagir kirin, dîmenên wê nîşanî me dan. Nîşan dan ka çawa peykerê Kawayê Hesinkar şikandin û dagirkirina Efrînê çawa pîroz kirin. Ji aliyê psîkolojîk ve dixwestin me têk bibin û em xiyanetê li hevalên xwe bikin."

Bi êşkencê şehîd kirin

Fatima Şabo dibêje, li zindanê tevî endamên YPG, YPJ, Asayîş û HPC ên dîlgirtî her wiha xebatkarên saziyên sivîl ên mîna komun û stargehên jinê jî dîlgirtî bûn: "Tirkan û çeteyan herî zêde êşkence li hevalên mêr dikir. Li pêş çavên me êşkence li wan dikirin, li wan dixistin. Her şevê êşkence li hevalên me dikirin. Lê dixistin, elektrîk didan. Hemû rêbazên êşkenceyê li ser wan diceribandin. Bi şevê saet di 12'an de dest bi êşkenceyê dikirin heta saet 06:30'ê sibehê bênavber dewam dikirin. Hin hevalên mêr ji ber êşkenceyê şehîd bûn. Du, sê rojan bênavber êşkenceyê dewam dikir û piştre digotin 'ev mir' û dibirin. Min li wir dît ku çar heval bi êşkenceyê şehîd bûn. Odeyên em lê bûn û yên hevalên mêr lê bûn, li hemberî hev bûn. Dema ku êşkence li wan dikirin, me ew didîtin, dema ku êşkence li me dikirin, wan didît. Tirkan ji çeteyan xerabtir êşkence dikir."

Em ji berê xurttir in

Fatima Şabo piştî bi sê mehan tê berdan: "Rojekê hatin, ji min û sê hevalên Asayîşê yên dîlgirtî re gotin, 'hukmê we qediya, hûn ê biçin'.

Beriya derxînin bi me re nîqaş kirin. Gotin 'Hûn ê li Efrînê bimînin. Hûn ê agahiyê bidin me ka kî tê Efrînê û kî diçe'. Nûmara xwe dan me.

Me girt, lê piştî derketinê me avêt. Dema ku ez dîl hatim girtin, zewicî bûm û keçeke min hebû. Wê demê min agahî ji malbata xwe nedigirt. Ez birim, danîn ber mala bavê min. Li Efrînê mehekê û 10 rojan mam. Min xwe gihand malbata xwe. Hevser û keça min hatibûn Şehbayê. Efrîn gelekî guherî bû. Êdî ew Efrîn tine bû ku em lê azad bûn. Efrîn kiribûn navenda zilmê. Piştre min rêyek dît û ji Efrînê hatim Şehbayê. Li wir, bi malbata xwe re em derbasî taxa Şêx Meqsûd a Helebê bûn."

Fatima Şabo dibêje, “Ez û gelek hevalên min, îradeya me xurttir bû. Min li zindanê soz da ku çi dibe bila bibe, dema ku derketim ez ê li kar vegerim. Wan xwest îradeya me bişikînin û me bêhêz bikin, lê berevajî vê yekê, em ji berê xurtir in."