Êşkence polîtîkaya AKP-MHP’ê

Çarşem 24 Gulan 2023 - 01:19

Hin ciwanan li Kadikoy a Stenbolê li ber strana Kurdî govend gerand; piştre polêsên dewleta Tirk ew bi êşkenceyê kirin nezaretê. Li ser vê êrişa hzên dewleta Tirk li avahiya OHD´ê ya Stenbolê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin, faîlê nîjadperest desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.

Şaxê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên şaxê Esra Bîlen û Gurkan Îsteklî, gelek parêzer û Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn tevlî civînê bûn.

Esra Bîlen da zanîn ku polêsên Tirk ciwan birine qereqolê, li wir bi êşkenceyê Marşa Mehterê bi ciwanan dane guhdarîkirin: “Piştî ku em bi muwekîlan re peyivîn, wan behsa êşkenceyê kir. Gava polêsan êşkence kiriye, tiliya polêsekî şikestiye. Me giliyê polêsan kir.”

 

Bênavber êşkence

Idrîs Akpinar ku êşkence lê hat kirin jî got, êvarê ew çûye Kadikoyê û li wir komek polês dest danîne ser hoparlora wî. Wî got, ciwan li ber vê rabûne, polêsan jî li ciwanan xistiye û ew kirine nezaretê. Akpinar got, wê hingê, wî dîmen girtine, polêsan ji ber wê ew kirine nezaretê. Akpinar ragihand ku ew bi wesayîtê birine Qereqolê, polêsan êrişî wan kiriye, li qereqolê li ser dev ew dirêj kirine û sirûda Mehterê bi wan dane guhdarîkirin.

Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî got, êşkence bi rengekî eşkere polîtîkaya dewletê ye: “Ewlehiya ti kesî ji me nîne. Ev siyaset dijminê hebûna Kurdan e. Dewletek heye ku dijminê parêzer, siyasetvan û rojnamevanên Kurd e.”

Serokê Dev Yapi-Îş’ê, Nîhat Demîir jî got, dewlet û desthilatdariya AKP-MHP’ê faîlê şidet û êşkenceyê ye. Demir ragihand ku hevalên wan ji qereqolê hatine, lê polêsan careke din ew birine qereqolê û li tuwaletê êşkence li wan kirine.

Parêzera ÇHD’î Ezgî Onalan jî ragihand ku AKP kengî bikeve tengasiyê, serî li nîjadperestiyê dide. Onalan hunermendê kolanan Cîhan Aymaz ê ku li Kadikoyê hat qetilkirin, jî bi bîr anî.

Parêzer Gurkan Îsteklî jî got, AKP waed dike ku êşkenceyê li Kurdan bike.

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.