Êşkence li Sumeyyeyê kirin

Nûçeyên Jin

În 17 Kanûn 2021 - 22:42

  • TJA’yê Sumeyye Gok a li Şirnexê hatibû destgîrkirin û pişt re hatibû girtin, bi lêgerîna tazî û êşkenceya derûnî re rûbirû ma û gefên destdirêjiyê lê hatin xwarin.

TJA’yê Sumeyye Gok a li Şirnexê hatibû destgîrkirin û pişt re hatibû girtin, bi lêgerîna tazî û êşkenceya derûnî re rûbirû ma û gefên destdirêjiyê lê hatin xwarin.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sûmeyye Gok, di 8’ê Kanûnê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû girtin, di 15’ê Kanûnê de ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin hepsê. Hat ragihandin ku Gok, di dema kirina nezaretê de bi lêgerîna tazî re rûbirû maye, polêsan lê daye û di bin navê “sohbeta taybet” de sîxurî lê ferz kirine. Gok a ku teklîfa sîxurtiyê red kir.

Parezerê Gok, Haşîm Togurlu diyar kir ku miwekîla wî di dema kirina nezaretê de, êşkence lê hatiye kirin: “Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li Meclîsê rasterast înfaz kir. Midûriyeta Polêsan ji bo ku bi vê gotina Soylu re hevgirtî be û pêk were çi ji destê wê tê, dike. Polês delîl û pêkanînan pêşdaraz dike. Mînak di hiqûqa neteweyî de jî qaîdeya bêgunehiyê heye. Kesê ku sûcê wî neyê îsbatkirin, bêguneh e. Lê niha berovajî vê tê sepandin.

Nêzîkatiyeke mîna ku wan Tahîr Guven kuştiye, nîşan didin. Her wiha dema ku Gok, anîn edliyeyê jî bi elekê ji pola anîn. Piştî hat girtin ji pişt ve kelemçe kirin. Piştî ku hat girtin me di hepsê de bi wê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de got, polêsan gef lê xwariye û jê re gotiye, ‘Gelek jinên weke te hatine, yan dawiya wan bûye girtîgeh yan jî bûye binê axê. Wê dawiya te jî wisa be’. Lê tevî van kirinan Sûmmeye ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir, derheqê wê de rapor amade kirine. Dema ku dibin hepsê jî ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nake, 4 jinên gardiyan lê dixin.”

Togurlu da zanîn ku wan der barê van kirinan de gilî kiriye. 

ANF/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.