Eşîrên Kurdan piştgirî dam êla El-Cibûr

Çarşem 16 Tebax 2023 - 16:26

Eşîrên Kurd ên li herêma Cizîrê, sûcê li dijî rûspiyekî êla El-Cibûr şermezar kir û got, ew li kêleka êla El-Cibûr in.

Meclisa Eşîrên Kurd li Cizîrê bi daxuyaniyekê bûyerên li Hesekê û xiyaneta li dijî şêxê êla El-Cibûr li Hesekê Ebdulezîz El Muselet şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di van çend rojan de gelê Sûriyeyê di rewşên zehmet re derbas dibe; sewqiyetên leşkerî yên navneteweyî û herêmî li her aliyekî zêde ne û defa şer lê dide.

Cizîr, şênî û eşîrên wê di dîroka kevn û nûjen de di nava hezkirinê de jiyan. Em eşîrên Kurdan van xiyanetên li dijî sembolên neteweyî şermezar dikin û bi hêza xwe hemûyî ji bo rakirina şikandina kerameta êleke dîrokî li kêleka êla El Cibûr disekinin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em piştgiriyê didin rûspiyên El-Cibûr, bi taybetî Al El-Mulhim bila hişyar bin û ji van rageşiyan bi dûr bikevin.
Em Meclisa Eşîrên Kurdan a Cizîra Sûriyeyê amade ne erka xwe pêk bînin ku maf li xwediyan vegere”

ANHA / HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.