Eşîra Benî Sebe ya li kantona Qamişloyê ji bo piştgiriya şêniyên Hesekê 65 tankerê avê şandin.

Însiyatîfên xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya şêniyên Hesekê ku dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê bi ser de birriye, dewam dikin.

Ji 2019′an ve dema Serêkaniyê hatiye dagirkirin, dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê weke zextekê li dijî şêniyên kantona Hesekê bi kar tîne.

Eşîra Benî Sebe ya li kantona Qamişloyê 65 tankerên avê ji bajarê Hesekê re şandin û wê ew tanker bi hevkariya komîn û Meclisa Hesekê li nava taxên bajêr bên belavkirin.

Ji ber birrîna ava stasyona Elokê milyonek û nîv welatî ji 2019′an ve êşa tunebûna avê dikişînin. Ji bo şandina avê, gelek însiyatîfên mirovî ji hêla şaredariyên kantona Qamişlo, rûspiyên eşîran, şêniyên Dêrazorê hatine pêkanîn. Herî dawî jî QSD, YPG û YPJ′ê di 7′ê Tebaxê de piştgiriya şêniyên Hesekê kiribû.

ANHA/HESEKÊ