Erşed Salihî gef li Bexda û Hewlêrê xwarin

Yekşem 21 Mijdar 2021 - 23:29

  • Çi dibe bila bibe divê serweriya vê coxrafyayê di destê me de be, ji ber ku ev coxrafya ya me ye.

Parlementerê Eniya Tirkmen ê Kerkûkê, Erşed Salihî li bajarê Tirkiyeyê Sakaryayê gef xwarin li desthilata Bexda û Hewlêrê: “Gavên şaş neavêjin, yan wê ev coxrafya parçe bibe. Çi dibe bila bibe divê serweriya vê coxrafyayê di destê me de be, ji ber ku ev coxrafya ya me ye.” Erşed Salihî yê ku serokê berê yê Eniya Tirkmen bû, li Sakaryayê bi weqfa nijadperestên Tirk a Alparslan Turkeş re hevdîtin kirin. Di dema hevdîtinan de Serokê Weqfê got, “Ji bo me Enqere çibe, Kerkûk jî ew e.” Salihî jî got, Mustafa Kemal Kekûk emanetî wan kiriye. Salihî paşê gef xwarin li desthilata Bexda-Hewlêrê: “ “Gavên şaş neavêjin, eger hun gavên şaş biavêjin, ev coxrafya wê parçe bibe. Çi dibe bila bibe divê serweriya vê coxrafyayê di destê me debe. Ev coxrafya ya me ye. Em ê vê coxrafyayê ji we re nehêlin. Em ê bibin hakimê vê coxrafyayê.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.