Erka çapemeniyê girîng e
Şemî 29 Adar 2025 - 03:30
Li bajarê Silêmaniyê, şandeya DEM Partî û DBP’ê têkildarî pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêber Apo ve bi ragihandina Banga Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin, bi nûnerên saziyên çapemeniyê, rojnamevanan û rêxistinên parastina mafên rojnamevanan civiya. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz û Endama TJA’yê Adalet Fîdan di civînê de axivîn û tekezî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin ku ev yek weke mercê sereke yê serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk bibîr xistin û wiha gotin:“Bi hezaran girtiyên siyasî û sivîl ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin, divê werin berdan.” Her wiha Hevserokê Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk jî di civînê de axivî û got:“Baweriya me ya bêdawî bi Birêz Ocalan û me heye. Mixabin Tirkiye li gorî yasa û qanûnan tevnagere, belkû kî aliyê desthilatê be li gor wan tevdigere û gotinên wan kar dikin. divê Tirkiye sîstema xwe biguhere û bi awayek cuda bixebite, bifikire û paşê baxive. Birêz Abdullah Ocalan derfeteke dîrokê ji me re afirandiye ku ev pirsgirêke pê were çareserkirin. Demokrasî tenê ne di hilbijartinê de ye. Belkû hevdû qebûlkirin û têkoşîna ji bo bidestxistina armanca me ye, demokrasî ye. Birêz Ocalan û PKK’ê berpirsyartiya ku ket ser milên wan bi destpêkirina pêvajoya aştiyê û ragihandina agirbestê anîn cih. Ji niha û pê ve top dikeve aliyê dewletê ku ew jî bi rawestandina şer destpê dike.” Her wiha di civînê de erk, berpirsyartî, mîsyon û rola rojnamevan û saziyên çapemeniyê ya di pêvajoya çareseriyê de hate nirxandin û hate gotin ku divê ragihandin û çapemenî piştgiriya pêvajoya çareseriyê bike û weşanên xwe di wê çarçoveyê de bikin.
Yekîtiya Netewî ji mijara esase
Hevberdevkê Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk ê di şandeya serdana Başûr kirîde bal kişand ser hevdîtinên tê kirin û got:“Yekîtiya Netewî ji bo me pir girînge û her rojeveke me ya sereke ye. Hem ji bo parastina statûya Başûr û hem jî destkeftiyên li Rojava hatine bidestxistin, divê pirsa Kurd û dîsa Tirkiye bê çareserkirin. Her gûherînek bandor li parçeya din dike.”
ROJNEWS