Êrişî Meşa Mirovahiyê kirin

Duşem 7 Mijdar 2022 - 00:44

  • Meşa Mirovahiyê ya li Tilqebînê bi berxwedana xelkê pêk hat. Dagirkeran êrişî xwepêşanderan kir, bi guleyan parlamenter birîndar kirin û piştî meşê bi dehan kes kirin nezaretê. 

 

Bi hezaran kesên li bajarokê Tilqebîn ê Silopiyayê hatin ba hev, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi dirûşma “Bijî berxwedana Zapê” “Meşa Mirovahiyê” kirin. Xelkê li dijî êrişa leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi saetan, kolan bi kolan li ber xwe da. 

Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Şirnexê Silopiyayê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA-DER, TUAY-DER, MED-DER, NÇM, Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” meş li dar xist. Bi hezaran kes tevî astengî û êrişan jî bi dirûşma “Bijî berxwedana Zapê” meşiyan. 

 

Dagirkeran êriş kir

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi ava şid û bombeyên gazê êrişî xelkê kir, hîna beriya ku meşa xelkê bigihîje Tilqebînê . Tevî êrişê jî xelkê hev girt. Piştî ku bi sedan kesên ji noqteyên cuda hatin navçeyê jî tev li xelkê bûn, meşê esasî dest pê kir. Bi hezaran kes li nava zeviyan ber bi Rêya Hevrîşmê ve meşiyan. Di dema meşê de bênavber li çepikan hat xistin, û xelkê dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Zapê", "PKK gel e û gel ki vir e” û "Bijî berxwedana gerîla” gotin.

Xelk li êrişa dagirkeran nesekinî û xwe gihand ser rêya Hevrîşmê. Ev rê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve diçe. Li vir, leşkerên Tirk ên dagirker careke din pêşî li wan girt. Li ser vê yekê jî xelkê rê li çûnûhatinê girt. Li ser vê yekê leşkeran careke din bi ava şid û bombeyên gazê êrişî xelkê kir. 

Xelk piştî demeke dirêj ji nû ve li kolanan belav bû û dest bi meşê kir. Êrişên leşkeran ên li dijî xwepêçanderan dewam kirin û xelkê jî ji bo ku kom li cihekî bên ba hev û dest bi meşê bikin, li ber xwe da. 

 

Gule li parlamenteran reşandin

Bi hezaran kesî demeke dirêj rê li trafîkê girt û piştre jî meşa xwe li kolanan dewam kir. Li hêlekê êrişa leşkeran dewam kir û li hêla din jî xelk careke din hatin ba hev. Di vê navberê de fîşekên plastîk û bombeyên gazê yên leşkeran, li Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr jî ketin. Ji ber guleya plastîk a li singa wê ketî, Îmîr ji ser hişê xwe ve çû. 

Ciwanan li kolanên din ên bajarok li ber xwe da û dirûşma “Bijî Serok Apo” got. 

 

Li her kolanê li ber xwe dan

Her ku êrişa leşkeran zêde dibû, berxwedan jî mezintir bû. Bi hezaran kesan li tevahiya kolanan bi çopdankan barîkat çêkirin. Her wiha li dijî êrişên bi bombeyên gazê û ava bi şid jî xwepêşanderan bi keviran bersiv da. 

Di vê navberê de leşkeran li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajarokî, demeke dirêj gule li hewa reşandin. Leşkeran hin xwepêşander kirin nezaretê. 

Her wiha leşkeran êrişî daweteke li bajarok jî kir û bombeyên gazê avêtinê. Dawetî ji êrişa bi bombeyên gazê aciz bûn û tevî xwepêşanderan nerazîbûn nîşanî leşkeran da. 

Berxwedana li bajarokê Tilqebînê, li her du aliyên Rêya Armûşê jî pêl bi pêl mezintir bû. 

 

Hefza rojnamevanan jî ji dagirkeran nebû 

Hinek rojnamevanên ku meş dişopandin jî bûn hedefa êrişên leşkeran. Leşkeran, rojnameger li erdê dirêj kirin û piyên xwe danîn ser rû û pişta wan. Leşkerên ku êşkence li rojnamevanan kirin, hewl dan rojnamevanan bixin nezaretê.  

 

Bi ser malan de jî girtin

Berxwedana li tevahiya kolanên bajarokê Tilqebînê, bi saetan dewam kir. Piştre jî leşkeran bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinên malan de leşkerên Tirk sekreterê ÎKK’a TMMOB a Mêrdînê Aydin Aslan, Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz, Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrdînê Mûstafa Bozan, Nûnerê Şaxa BES a Mêrdînê Mehmet Emîn Ozel, Beytocan Kirici, Sumeyye Kirici, Îbrahîm Kizilay û Cahît Delek jî di nav de bi dehan kes kirin nezaretê. ŞIRNEX 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.