Li qada serjêkirina heywan û Çewliga Sewalan a gundê Kavakli ya girêdayî navçeya Altindag a Enqerê, di navbera du malên çewligê yên cuda de, ji ber “qada zibil û bişkulên heywanan davêjin” şer derket. Endamên malbata ji Kirikkaleyê bi çekan êrişî malbata Boztaş a ji Mêrdînê kirin. Di êrişê de ji malbata Boztaş 4 kes birîndar bûn 2 jê giran in. Ferît Boztaş û Feyyaz Boztaş ên bi giranî birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Enqerê û hatin emeliyatkirin. Birîndarên din Tuncer Boztaş û Halîs Boztaş rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Dişkapi Yildirim Beyazitê.
Yek ji endamên malbatê Ferhat Boztaş ku têkildarî bûyerê weha got: “Em û malbata ji Kirikkalê cîranên hev in. Di navbera mala me û mala çewligê de qadek vale heye. Em zibil û bişkulên heywanên xwe davêjin vê qadê. Ji ber vê sedemê şer derket. Malbata ji Kirikkale bi dijûn û heqaretan êrişî me kir. Gef li me xwar. Herî kêm 150 kesan êrişî me kir. Dûre 4 kesan bi çekan êriş kir. 4 birayên min bi giranî birîndar bûn. Jixwe dilê zilaman tije kîn bû. Kurdan di kevçiyek av de bixeniqînin jî, dilê wan rehet nabe.”
Boztaş, da zanîn ku ligel 4 kes ji malbata wî birîndar bûne jî, polîsan malbata êrişkar xistine bin parastinê. Herweha li ber Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Dişkapi Yildirim Beyazt, notirvanan û polîsan êrişî xizmên wan kirine.
MA/ENQERE