Êrişî Kurdî û Kurdan kirin

În 30 Hezîran 2023 - 00:43

Li Rêya Girtî ya navçeya Muratpaşaya Antalyayê, komekê stranên bi kurdî digotin, û polêsê Tirk û dikandaran bi carekê êrişî wan kir. 

Polêsan îdîa kir ku gotina stranên bi Kurdî qedexe ye û giliyê wan kesan hatiye kirin ku stran bi Kurdî gotine. Bi vê hincetê polês nehişt endamên vê koma ciwanan stranên xwe bibêjin. Yên ku giliyê komê kirine, hin dikandarên deverê bûne. Li aliyê din jî welatiyên li wê derê, nerazîbûna xwe nîşan da û got, “Her cûre muzîk serbest e."

Hat zanîn ku di destwerdana polês û dikandaran de kesek birîndar nebûye. 

ANTALYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.