- Hevseroka Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid: Miletê me wê bi tevahiya vîna xwe berxwedana xwe dewam bike. Em ê bi berxwedanê êrişan pûç bikin. Em bang li her kesî dikin da ku xwedî li destketiyan derkevin û piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re zêdetir bikin.
ZANA DENIZ / QAMIŞLO
Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bêrîvan Xalid da zanîn ku di encama êrişên piştî 5´ê Cotmehê, bêhtirî 2 milyon welatiyên deverê ji xizmetên elektrîk û ava bêpar mane û bang li hêzên navneteweyî kir da ku bi rola xwe rabin.
Dewleta Tirk ji 5´ê Cotmehê û pê ve 4 rojan li ser hev êriş bire ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev êriş hê jî qismî dewam dikin. Di van êrişan de hedefa dewleta Tirk a dagirker binesaziya herêmê û xizmetên giştî yên ji bo xelkê deverê bû. Dewleta Tirk her wiha deverên şên jî kire armanca êrişên xwe bi vê yekê sûcên şer kirin û hîna jî dike. Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bêrîvan Xalid li ser van êrişan ji me re peyivî û got, êrişên dewleta Tirk li dijî deverên şên bûye, û di encamê de bêhtirî 2 milyon welatiyên wan ji xizmetên avê û elektrîkê êdî sûdê wernagire.
Êriş ne nû ne
Bêrîvan Xalid bi bîr xist ku ji ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, dewleta Tirk bi behaneyên cihê êrişî herêmên wan dike û wiha peyivî:“Dewleta Tirk a dagirker bi salan e yan yekser bi xwe, yan jî bi destê çeteyên xwe êrişî herêma me dike. Wê êrişî Kobanê, Efrînê, Gire Spiyê û Serêkaniyê kir. Di encamê de hin deverên herêma me dagir kirin. Miletê me ji neçarî koçber bû, felaketên insanî çêbûn.”
Deverên şên bombebaran kirin
Bêrîvan Xalid da zanîn ku dewleta Tirk êriş biriye ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ûm wiha dewam kir:“Êrişî saziyên li Amûde, Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê kirin. Li Herêma Cizîrê, ji ber êrişan saziya elektrîkê êdî kar nake. Du miloyon mirov êdî bê av û elektrîk in. Li aliyê din êrişî rafîneriyên petrol û gazê kirin. Dewleta Tirk a dagirker li ber çavên dinyayê ev êriş kirin û bi van êrişan binezsaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî welê lê hat ku bi kêr neyê.”
Bêrîvan Calid got, tevahiya sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferber bûne da ku karibin pêdiviyên sereke yên weke av û elektrîkê bigihînin xelkê.
Berxwedanê pîlan pûç kirin
Bêrîvan xalid bi îhtîmam got, êrişên dewleta Tirk a dagirker, esas li dijî sîstema neteweya demokratîk e û wiha peyivî: “Armanceke din a van êrişan guherandina demografiya herêmê ye. Dewleta Tirk bi rêbazên qirêj êrişî miletê me dike, lê belê dîsa jî, encam ne bi dilê wê bû. Helwêsta xelkê li dijî van êrişan têra xwe zelal bû. Xelk li dijî êrişan di her şert û mercî de li ber xwe dide. Serfiraz li ser piyan e. Tevahiya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hev re biryara berxwedanê da û dev ji herêmên xwe bernedan. Gelên me bi sîstema xwe ya neteweya demokratîk bawer in. Ew dizanin ku êriş wê nikaribin zora vê sîstemê bibin. Xelkê me wê bi helwêsta xwe ya bi îrade êrişan pûç bike.”
Hêzên navneteweyî divê helwêsta xwe nîşan bidin
Bêrîvan Xalid bi bîr xist ku êrişên li dijî saziyên xizmeta gel, li gorî hiqûqa navneteweyî sûc in û wiha dewam kir: “Piştî ku li ser zemîn ev herêm ji çeteyên DAIŞ´ê hatin paqijkirin, hêzên navneteweyî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê hiştin. Tevî ku dewleta Tirk li ser hev gelek caran hiqûqa navneteweyî binpê jî kir, ev hêz bêdeng man. Hêzên navneteweyî li hemberî êrişan lazim e xwe berpirsiyar bibînin û pêşiyê lê bigirin da ku milet careke din nekeve ber komkujiyan. Heger di wextê xwe de nerazîbûn û helwêst neyê nîşandan, hingê wê tehlûke çêbe li ser jiyana gelan. Êriş wê rê li ber komkujiyln nû vekin. Heta niha Rêxistinên Mafê Mirovan daxuyaniyek jî nedaye. Di vê pêvajoyê de lazim e her kes li gorî misyona xwe li hemberî êrişan bibe xwedî helwêsteke cidî.”
Piştgiriyê xurt bikin
Hevseorka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, Bêrîvan Xalidê bang li miletê Kurd û dostên wî kir da ku piştgiriyê jî xurt bikin: “Êrişên dewleta Tirk li dijî tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Lazim e miletê Kurd û dostên wî li her derê çalakiyan bikin û helwêsta xwe bi awayekî zelal nîşan bidin. Bi heman rengî, tevahiya gelên Rojhilata Navîn divê li hemberî pîlanên qirêj ên dewleta Tirk bibin xwedî helwêst. Miletê me wê bi tevahiya vîna xwe berxwedana xwe dewam bike. Em ê bi berxwedanê êrişan pûç bikin. Em bang li her kesî dikin da ku xwedî li destketiyan derkevin û piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re zêdetir bikin.”
Bîlançoya êrişan
Di encama êrişên dewleta Tirk ên ji 5´ê Cotmehê ve, topxane, balefirên şer û dronên bi sîleh hatin bikaranîn. Ev êriş li dijî Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Hesekê, Dirbêsiyê, Tiltemir, Eyn Îsa, Kobanê û Minbicê bûn. Encamên van êrişan wiha ne:
- 26 êrişên li dijî dezgeh û saziyên binesaziyê yên mezin, 136 êrişên li dijî deverên şên, 11 êrişên li dijî navendên Hêzên Ewlekariya Hundir, 17 êrişên li dijî çeper û saziyên hikûmeta rejîma Şamê, 7 êrişên li dijî zeviyên welatiyan, 3 êrişên li dijî fabrîkeyên pîşesaziyê, êrişeke li dijî dibistanekê û êrişên li dijî du nexweşxaneyan, pêk hatin. Di encamê de stasyonên pompekirina avê, rafîneriyên petrolê, tesîsên dagirtina tûpên gazê, nexweşxane û dibistan hatin xirakirin.
- Dewleta Tirk êrişî Akademiya Hêzên Dije Hişbirê ya li Hamzabega Dêrikê kir. Di êrişê de 29 şagirtên akademiyê şehîd bûn û 28 jî birîndar bûn.
- Di encama êrişan de 44 kes şehîd bûn, 11 ji van jin bûn û 2 zarok bûn. Di êrişan de 46 kes birîndar bûn û ji van birîndaran jî 12 zarok bûn.