Êrişî hindikahiyan dike

Duşem 4 Nîsan 2022 - 22:21

  • GfbV´ê Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava yên bi drohneyan weke zêdekirina êrişên li dijî hindikahiyan nirxand û got, NATO ji ber berjewendiyên xwe dengê xwe nake ji kirinên li dijî hiqûqa navneteweyî yên dewleta Tirk re. 

Êrişên bi drohneyan ên dewleta Tirk yên li dijî Tiltemir û Tirbespiyê, bû sedem ku Civaka ji bo Gelên di Tehlûkeyê de (GfbV) daxuyaniyekê bide. Civakê got, dewleta Tirk rewşa dinyayê ya tevlîhev bi kar tîne da ku êrişan bibe ser hindikahiyan. Berpirsê civakê yê ji Rojhilata Navîn jî berpirsiyar, Dr. Kemal Sîdo her wiha xwest qedexeya PKK´ê jî êdî betal bibe.

Di daxuyaniyê de GfvB´ê ya navenda wê li bajarê Elmanyayê Gottingenê, bal bire ser sê xisûsan:

- Tirkiye rewşa dinyayê ya aloz bi kar tîne, da ku êrişî hindikahiyan bike.

- Hikûmeta Federal a Elman û NATO bi yek gotina tenê jî van êrişan rexne nakin.

- Li gorî çavkaniyên Kurd di êrişên bi drohneyan ên van her du salên dawiyê de bi sedan mirov birîndar bûn yan jî jiyana xwe ji dest dane. 

NATO dengê xwe nake

GfbV´yê bi bîr xist ku di êrişa şemiya bihurî de mirovekî li Tirbesopiyê di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest daye û şairê navdar ê Rojava Ferhad Merdê û kesekî din jî birîndar bûne. Wê her wiha êrişa yekşemê ya li Tiltemirê ya li dijî wesaîteke Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan jî bi bîr xist û got, “Di vê êrişê de şervanekî meclîsa leşkerî ya xiristiyan a ser bi QSD´ê bi giranî birîndar bû.” Ji GfbV´yê Dr. Kemal Sîdo jî li ser mijarê got, “Artêşa Tirk wiha diyar e ku êrişên xwe yên li dijî hindikahiyên li Sûrî zêde kirine. Lewma ji ber şerê li Ukraynayê, artêşa Rûs wiha diyar e ku serokkomarê Tirk serbest dike, çi dike bila bike. Di heman demê de NATO jî gelekî muhtacê Tirkiyeyê ye. Hikûmeta federal a Elman û NATO bi yek gotina tenê jî êrişên li dijî hiqûqa navneteweyî yên dewleta Tirk li Sûriyê, rexne nakin.”

Qedexeya PKK´ê divê betal bibe

Dr. Kemal Sîdo di heman daxuyaniyê de rexne li qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê jî girtin û got, “Li şûna ku sûcan zelal bi nav bike, hikûmeta federal protestokirinên li dijî van şerên êrişê yên hevgirên xwe krîmînalîze dike.” GfbV di daxuyaniya xwe de ev gotinên Dr. Kemal Sîdo wiha rave kirin: “Li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir a Federal a Elmanyayê, dadweriya Elman Kurdan û derdorên destekê didin wan bi îdîaya ku ew qanûna komeleyan binpê dikin, dixe ber taqîba edlî. Ev qedexeya PKK´ê ya 1993´yan ji mêj e ku lazim bû bê betal kirin; lê ew bûye weke şûrê Demokles û li ser serê wan kesan diheje, ewên ku şer, zilm, koçberkirina Kurdan, Êzîdiyan, Eleweiyan û Xiristiyanan bi destê Tirkiyeyê û DAIŞ´ê rûreş dikin. Ev kirin êdî li cem mexdûran bi giştî tê red kirin û lazim e êdî betal bibe.” 

GOTTINGEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.