Êrişî Eyn Îsayê kir
Çarşem 13 Nîsan 2022 - 22:36
- Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe pêr bi şev bombardûmaneke giran li gundewarên Eyn Îsayê kir.
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe pêr bi şev bombardûmaneke giran li gundewarên Eyn Îsayê kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El Mişîrfê yê li bakurê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kir.
Êriş di demeke welê de hate kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yê li dijî Eyn Îsa û bejahiya Kantona Girê Spî giran kiriye. Dagirkeran li hemberî Hêzên Sûriyeya Demorkatîk çeper çêkirin û xendek kolan. Her wiha baregehên leşkerî yên li vê qadê xurt kirin û bi dehan çete û leşker bi cih kirin.
ANHA/HESEKE