Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundewarên navçeya Eyn Îsayê kir. Her wiha navenda navçeyê, rêya M4 û kampa Eyn Îsayê bi sedan moşekan topbaran kirin. Şervanên QSD`ê êrişa çeteyan têk bir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî gundên Seyda, Mielek, kampa Eyn Îsayê û derdora navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin. Bi sedan topên hewanê li gundên sivîlan ketin û di encamê de 8 sivîl birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya navçeyê.

Hemwextî topbarana li dijî navenda navçeya Eyn Îsayê ji aliyê bakur û rojava ve, rêya M4 û gundê Seyda yê bakurê navçeya Eyn Îsayê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bejahiyê ve êrişî gundê Mielek û kampa Eyn Îsayê kir.
Piştî ku hêzên dagirker êriş kir, şervanên QSD`ê ketin rewşa parastina rewa û li ser wê yekê li derdora kampa Eyn Îsayê û gundê Mielek şerekî dijwar qewimî.

Çavkaniyên leşkerî ragihand ku di şer de bi dehan çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

ANHA/EYN ÎSA