- Li bajarê Elmanyayê Hannoverê êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê û şehîdkirina Merwan Bedel hat şermezarkirin.
Li bajarê Elmanyayê Hannoverê êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê û şehîdkirina Merwan Bedel hat şermezarkirin.
Dewleta Tirk bi êrişekê 7’ê Kanûnê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda şehîd kiribû. Di êrişeke 11’ê Kanûnê de jî bombe li avahiya Meclîsa Şengalê ya li Xanesorê barandibûn.
Meclîsa Jinên Êzîdî, meclîsa Gel a Hannoverê û NAV-YEK’ê bang kir ji bo çalakiyê. Di axaftinan de êrişên dewleta Tirk li dijî Şengalê weke dewama qirkirina bi destê çeteya DAIŞ’ê hat binavkirin. Bêdengiya Iraqê û ya hêzên navneteweyî jî weke “hevpariya” vî sûcî hat rûreşkirin. Xwepêşandêran ji civaka navneteweyî xwest ku tavilê êrişên rejîma Erdoganî bidin rawestandin.
HANNOVER